GIRKÊ LEGÊ – Ciwanên Herêma Cizîrê 24’ê Kanûnê de “Li Dijî Dagirkeriya Tirk û Îxaneta PDK’ê, Meşa Dirêj” dabûn destpê kirin.
Ev meş roja 7’emîn de ye. Meşa ku li Til Temirê destpê kirîbû heta naha ji aliyê gel û ciwanan ve rastê eleqeyeke mezin hat. Her roj tevlêbûna meşê jî û coşa ciwanan jî mezin bû. Her bajarên ku li ser rêya meşê ciwanên xwe asteke jor de xwedî derketin.
Roja dawî de ciwan asteke jor de tevlê meşê bûn. Ajansa Nûçe Ciwan ev coş dronê ve kişand. Dîmenên hewayîde jî dixwiyê ku ev coş gihîştiye lutkeya herî jor.
Meşa Dirêj yê îşev Dêrîkê pîrozbahiyeke mezin ve biqede.