NAVENDA NÛÇEYAN – Tê gotin ku Serokwezîrê Iraqê Mustafa El-Kazimî di siyaseta xwe ya navxweyî û derve de sedema ku wisa rehet tevdigere arşîvên dema rejîma Partiya Baas a Seddam Huseyîn hat hilweşandin arşîvên ji aliyê Amerîka ve hatibû bidesxistin, radestê Kazimî hatiye kirin e. Wisa xuyaye ku Kazimî di hevdîtinên xwe yên bi taybetî Enqara, Tahran û Hewlêrê bi giştî jî dewlet û pêkateyên heremê re dike, van arşîvan datîne ser maseya wan.
Mustafa El-Kazimî ku ji bo avakirina hikumeta navenda Iraqê di 7’ê gulan 2020’an de bû serokwezîr, ji aliyê gelek pêkhate, hêz, dewletan ve jî wek siyasetmedarek guncav hat hesibandin û dest bi xebatên îknakirina gelê ku ji ber siyasî, civakî, aborî û xizmetguzariyê daketibûn kolanan kir. Di demên dawî de ji bo hevpeymana derbarê rewşa Şengalê jî di navê de, Kerkûk, Misûl, herêma Kurdistan a federal, dahatuyên di serî de petrol û hemû aboriyê ya di navbêra Hewlêr û Bexdayê de, her wiha têkiliyên welatên cînar, ewropa û Amerîka de gelek hevdîtin pêkanî.
AMERÎKA ARŞÎVA SADDAM RADESTÊ KAZIMÎ KIRIYE?
Tê gotin ku Kazimî li hemberê pirsgirêkên siyasî, aborî û civakî yên navxweyî û her wiha di van hemû hevdîtinên navxweyî û derve re li ser navê dê siyasetek nerm û her kesî, her aliyan hembêz dike bimeşîne, pir rehet tevdigere. Di hevdîtinên dîplomasî de bi taybet hevdîtinên bi rayedarên Îran, Tirkiye û Herêma Kurdistan a Federal re li hember gef û planên wan di şûna dîmenek kesek an jî rêveberiyek tirsonek nîşan bide, berovajî wê dîmenek kesek ji xwe bawer û pişta wî qewî raber dike.
Dema mirov li van pêşketinên em behsê dikin û jixwebawerbûna Kazimî dinêrin, gelo tenê ji ber Yekbûna Dewletên Amerîka (DYA) piştgirî dide wî an jî tiştekê din di bin de heye? Hat zanîn ku arşîvên di dema Serokê Iraqê Seddam Huseyîn a di sala 2003’an de hat hilweşandin, di nava wan gengeşiyan de Amerîka ji bo nekeve destê xwepêşandanan biribû, radestê rêveberiya Kazimî kiriye. Diyare ku Kazimî di hemû hevdîtinên dewletên heremî, pêkate, partî û dezgehên heremî yên di demên dawî de pêkaniye de van arşîvan radixe ser maseyên hevdîtinan. Her çiqas ji vê arşîvî hinek ji van di belgeyên Wikileaks de hatibin aşkerekirin û weşandin jî, lê xuyaye ku pir tiştên bi dizî yên ku werin aşkerekirin dê di rayagiştî de rastî bertekên mezin werin hene.
DI ARŞÎVÊ DE SIRRÊN ENQERE Û HEWLÊRÊ YÊN BI SADDAM RE
Bi taybet mirov dema têkilî û hevdîtinên rêveberiya hikumeta herêma Kurdistan ku pêşengtiya wê PDK dike û Kazimî dinêre, ligel li ser navê dewleta tirk gef li Kazimî tê xwarin jî lê di çerçoveya berjewendiyê xwe zêde tawîz nade. Lewra di demên dawî de balafirgehên navneteweyî yên li Silêmanî û Hewlêrê yên di destê rêveberiya heremê de bû girt, deriyên sînor, di hêla parvekirina dahatina petrolê û serdeçûna gendeliyên ku di vê mijarî de derdikevin holê, her wiha hêzên pêşmergeyan a bi artêşa navendê ve girêdan, mijara Kerkûk, Misûl û hwd de tawîzan ji PDK’ê digir e. Tê gotin ji salên 1980’î û vir ve, bi taybet di hêla komkujiya Helepçe ya bi çeka kîmyewî pêk hatî û komkujiya Hewlêrê, koçberkirina Kurdan jî di nav de gelek sir û têkiliyên veşartî yên PDK, YNK bi Partiya Baas a Seddam re hatine kirin di arşîva di destê Kazimî de hene. PDK ya ku di vê mijarî de dixwaze pişta xwe bi hikumeta AKP-MHP’ê qewî bike û tevbigere lê diyar e ku siren dişibe yê ya Enqere jî bi Seddam re heye. Di salên 90’î de dewleta tirk a ku bi riya PDK’ê gelek operasyonên dervê sînor ên di bin navê dijî PKK’ê hatine lidarxistin hevdîtinên veşartî yên bi Saddam re hatine kirin, dîsa mijara baregeha Bamernî û hwd de jibilî agahiyên ku rayagiştî dizane hin têkilî û belgeyên veşartî jî di vê arşîva di destê Kazimî de heye.
Heman tiştî mirov ji bo Îranê jî dikare bibêje, lewra Kazimî di mijara hêza Haşdî Şabî de naxwaze tawîzan bide. Kabîneya Kazimî ku îhtîmale pişta xwe bi vê arşîvî qewî dike, her çiqas sist û giran tevdigere jî lê dixwaze bandor û gefên Îran, Tirkiye, welatên din û herêma Kurdistan a federal ji ser xwe rabike. Lê xuyaye kevirên li ber piyê wî jî pir zêde ne, rakirina wan keviran jî ne hêsan e û dem dixwaz e.
Divê ev yek jî were zanîn ku her çiqas ji ber siren di vê arşîvî de Kazimî li hember gefên Enqere û Hewlêrê naxwaze bitewîne jî lê ji bo desthiladariya xwe mayînde bike di çerçoveya berjewendiyên xwe di mijara êrîşên dewleta tirk a Heftanînê, Şengal, Kampa Maxmurê û hinek jî di Kerkûkê de çavên xwe ji hin tiştan re bigire. Dibe ku ev biryara li ser Şengalê ya di encama hevdîtina Herêma Kurdistan a Federal û Iraqê ya ku li ser daxwaza DYE’yê hatî girtin, yek ji van hevsengiyan be jî.
Sultan Rizgar
Navenda Lêkolînên Stratejîk A Kurdistanê