DÊRİK – Piştî ku Ciwan û Jinên Ciwan 7 rojan ber bi Dêrikê ve meşiyan. Vê êvarê Ciwanan gihiştin bajarê Dêrikê.
Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan di 24’ê Kanonê de bi armanca li dijî êrîşên dewleta Tirk a Dagirker li ser bakur û rojhilatê Surye û îxaneta PDK meşek dirêj lidar xistibû. Meş ji bajarê Til Temir destpê kiribû. û 7 rojan domand. Ji Til Temir heta Hesekê, Amûdê, Qamişlo, Tirbespiyê, Çilaxa, Girkê Legê, û Dêrikê. Ciwanên herêma Cizîrê bi biryardarek mezin û îsrar di roja 7’mîn û dawiyê de dighîne armanca xwe.
Ciwanan di roja dawî de ji Girkê legê meşa xwe destpê kirin, bi tevlîbûna bi sedan Ciwan û jinên Ciwan ên ji gelek deverên herêmê ve hatibûn. Bi saatên êvarê ve bi pêşwaziya bi hezaran gelê Dêrikê ciwanan gihiştin û derbasî bajarê bûn. Gel û ciwan bi meşeleyen agir û agirên li derdora rê û bi teqandina fîşekên hewayî heta navenda ciwanên şoreşger ên bajêr meşiyan. Li wir jî şahiyek mezin hat lidar xistin.
di şahiyê de gelek hunermendên ji Rojavayê Kurdistanê ên navdar in wek Mueyed Şiwêş, Hacî Mûsa û hunermendên din bi stranên xwe ên bi moral şahî geş kirin. Gel û ciwan jî xelekên govendê girtin.