DÊRÎK – Ciwanên herêma Cizîrê li dijî dagirkerî û ixanetê 24’ê Kanûnê de meşeke dirêj ya li Til Temirê de destpêkirî bû doh êvarê şahiyeke biheybet ve qedandin.
Gelê bajêr yên Dêrîkê ciwan bi coş û agir ve pêşwazî kirin. Destpêka bajar de gel û ciwanên bajar jî tevlê meşê bûn û hejmara meşê gihîşte hezaran.
Wek ajansa Nûçe Ciwan me heft roja ev meş şopand û me ev coş bi nêz ve dît. Roja dawî ev coş derket lutkeya herî jor. Dayika Adûle diyar kir ku ewên heta dawî tevlî coşa ciwana bibin. Ciwan ji bo her çar perçeyên kurdistanê berxwe didin. Heta ku ciwan hebin tu tirsa wan kesî nîne. Ne emerika ne jî Rusya hêza tu dewletekî li ser hêza ciwanan re nîne. Ji ber wê ewên heta dawî li gel ciwana cih bigrin.
Ciwanên ku tevlê vê meşê buye yê bi navê Mihemed jî diyar kir ku ew 7 rojin rastê eleqeke xurt ya gel hatine. Hemu bajarên ku li ser rêya meşa wan de gel xwediyê wan derketiye û deriyê mala xwe ji wan re vekiri ye.
Meşvanê ku bi navê xwe Ehmed jî diyar kir ku wek ciwanên şoreşger ewên tu demê serî netewînin. Bila dijmin bizanîbe ku ciwan her tim amade ne. Ji ber vê emê serbikevin.
Herî dawî ciwanan diyar kir ku ewên li dijî dagirkeriya dewleta tirk û çeteyên wê berê xwe bidin Eyn Îsayê û xwestekên dijmin qirika wê de bihêlin.