NAVENDA NÛÇEYAN – Tevgera Şoreşgerî ya Yekbûyî ya Gelan (HBDH) daxuyaniyek da û ragihand 31’ê Kanûnê li navçeya Osmangazî ya Bûrsayê fabrîqeya kesê bi navê Arîf Îsmet Terzîoglû yê AKP’î ku li qadeke 500 metreyî ye hatiye hedefkirin û kargeh bi temamî hatiye rûxandin, 1 milyon lîreyê Tirkî ziyan gihiştiye hevkarê AKP’î.
HBDH’ê ragihand ku ev çalakî heman demê silaveke ji bo xaka yek ji kadroyên wan ê pêşeng Ûlaş Adali yê lê hatî dinê hatiye kirin û got: “Ev çalakî yek jî nîşaneya ku li cihê herî xwe bi ewle dizanin, wê rehet nikaribin lê bijîne.”