NAVENDA NÛÇEYAN – Hate ragihandin 1’ê Çile ya 2021’an saet 10.00’an li navçeya Tûzlayê ya Stenbolê li dijî fabrîkaya ambalaja plastîk çalakiyeke sabotajê hatiye kirin.
Di çalakiyê de ya ku Yekîneya Tolhildanê ya Sakîne Cansiz li xwe girtî ziyaneke giran a madî pêk hat, gelek berhemên plastîk, madeyên kimyewî û 2 kamyonet şewitîn.
Yekîneya Tolhildanê ragihand ku wan ev çalakî ji bo berxwedana grêva birçîbûnê ya li zindanan slav bikin pêk anîn.