NAVENDA NÛÇEYAN – Polîtîkayên qirkirinê yê dewleta dagirker ya Tirka Kurdistanê de xwezayê jî dukuje. Bedlîse de kontrayê ku bi navê Çetin Uçak tevahî ji bo vê karê hatiye erktar kirin.
Herêma Tetwanê de li gundê Çanges, Donertaş û Anadereyê de daren hatine birîn hemû vê ajanê birî ye û ev kes heman demê de karê qirêj yê vê herêmê ji aîdê dewletêye jî ji rêve dibe. Bi awayekî fermî tu şîrket li ser vê kesê nîne lê belê tê diyarkirin ku ev kes van darê ku dibire difroşe hevkarê xwe û tucara.
Hat diyarkirin ku ev kesê ku serokê partiya AKP’ê yê navçe û bajar re radibe û rudinê di heman demê de li ser gelê herêmê zext û îşkenceya jî dike.
Telo uçakê ku Di şahadeta Fermandara Eyaleta Garzanê Gurbet Aydın (Hozan Mizgîn) de tiliya wî heye hat diyarkirin ku eqrebayê Çetîn Uçak e. HPG’ê ev kes cezakirîbû. Tê zanîn ku ji ber ku ev kes dizane HPG kontraya ceza dike, ji ber vê bi tirs jiyan dike