NAVENDA NÛÇEYAN – Gerilayên Azadiyê Ajansa me re axivîn.
Hestên Azadiyê ji bo hemû gerilla yekin. Gotin ya wana ye:
“Navê min Ciwan Hesekê. Min nava civakê de partî nasnedikir. 2015’an de min partî nas kir. Ez 2016’an de tevlê bûm. Gerillabuyin ji bo min tiştekî manevî ye. Em li her tiştî destê xwe ve çêdikin û ked didin. Serokatî di serî de ked da ku naha em li virin. Ji bo ku hevalên du me werin divê em jî ked bidin. Tevgera me tevgereke navnetewî ye, tê de her kes heye…”
“Navê min Rûken Dersîm. Piştê ez li şervanê nû derketim çûm Avaşîn ê. Avaşîne gelek tişt fêrê min kir. Dema ku mirov Qereqolên dijmin li ser sînor dibîne, rastiya dijmin re zêdetir rûbirû dimîne. Ez demsala baharê de Avaşînê bûm. Gul û avên xwe ve xweşikiya xwe derdixist holê. Ava basyan û avaşîn dema ku hev re diherikin, herikîna wan dişibe tekoşîna gerila. Hêviyên azadiyê dide însana. Behskirin rastî jî têr nake divê mirov jiyan bike. “