NAVENDA NÛÇEYAN –
Rastî dermanekî tehl û mirr e. Eger tu zanibî bi hostetî û durist vexwî wê tevî tehliya xwe bi kêr bê û bibe sedem tu paşê tehma şîrîniyê bikî. Na eger venexwî û yan jî ne durist û bê pîvan vexwî wê di çavên te re û di bêvla te re bê. Em dema li rewşa Kurdistanê ango li rewşa navmala Kurdistanê jî temaşe dikin, eger ne bi dilê me be jî divê em rast û durist lê temaşe bikin û wê tehlîl bikin.
Kurdistan welatekî mezin û berfireh e. Di nava çar înkarker û dagirkeran de hatiye parçekirin. Ji van dagirkeran diduyan şikest xwar û li gorî berê ne bi hêz in, qels in. Lewma jî li dijî van dagirkeran destê Kurdan bi hêz bûye. Îran jî ji alî zirhêzan ve di quncikê de hatiye asêkirin. Lê di nava dagirker û înkarkeran de yê dijwar û sondxwariyê tinekirina Kurdan û gelan, dewleta Tirk e. Ji bo Kurdan qirr bike û koka wan biqelîne her tiştî dike. Dûrî aqilan tevdigere. Li Bakur, li Rojava û Başûrê Kurdistanê êriş dike. Ji bo van êrişên xwe jî rewa bike, hinek Kurdan dixe bin milê xwe. Lê bi qasî dijwar e, li vê dinya me ya îro ewqasî jî ji bo şikandinê qels û qelp e.
Li Başûrê Kurdistanê gelek dever dagir kirine. Ne tenê di warê eskerî de, di warê aborî û perwerdeyê de beşekî mezin ê Başûrê welêt xistiye kontrola xwe. Beşek ji nava PDKʼê bi vî dagirkerî re tevdigere, dev diavêje Tevgera Azadiyê ya Kurd, zarokên Kurdan ên bi canbexşane li serê çiyan têdikoşin, bê şerm weke ‘terorîst û dagirkerʼ bi nav dikin. Beşek jî xwe weke tebeqeyeke jor a Kurdan dibîne, bi zanebûn piştgiriya dagirkeran dike û beşek jî ji xeşîmî û nezaniyê vê dike. Ez ê behsa wijdan nekim, ji ber ku di vê rewşê de wijdan yan çavên xwe kor e, yan jî xwe li meydanekê bi erzanî firotiye.
Ez ê jî niha qala rastiyeke tehl bikim. 9ʼê Mijdarê Rêveberiya Bexdayê û PDKʼê bi daxwaza dewleta Tirk û erêkirina Emerîkayê, li ser Şengalê îmze li binê peymanekê danîn. Piştî vê, eskerên dagirker ên Iraqê hatin Şengalê. Di dema Saddam Husên de jî PDKʼê rê da eskerên Iraqê bên bikevin Şengalê. Dîsa li Urdunê bi DAIŞ´iyên Baesî re li hev kirin û 3ʼê Tebaxa 2014ʼan DAIŞ kete Şengalê. Weke gelek caran tê gotin, çekdarên PDKʼê nereviyan û neçûn. Şengal radest kirin. Kengî hêza gerîla mudaxele kir, DAIŞ hêrs bû û berê xwe da Hewlêrê. Ji ber ku Baesiyan ferq nedixist navbera PDK û PKKʼê. Wan her Kurd Kurd dizanî. Ha wê demê, Mesûd Barzanî xwe avêt bextê hêzên gerîla û xwest di hewara wan de bên. Axirr ez ê vê dirêj nekim. Lê niha cara sisiyan deriyê Şengalê li dagirkeran hat vekirin. Ez ê qala herêmên bi nakok ên xala 140ʼî ango erdên Kurdistanê yên dagirkirî nekim. Ez ê qala Şengalê bikim. Li vir pirs ev e, gelo çima ev sê car in deriyê Şengalê li dagirkeran tê vekirin? Hêzên Kurdan li Başûr herçiqasî bibêjin, Ezdahî Kurdên resen in jî – xwarina wan naxwin – di resmiyetê de Şengalê di nava erdên Kurdistanê de nabînin û weke beşekî Iraqê dihêlin. Bi vê ve girêdayî, rastiya diduyan a tehl ew e, beşekî bazirganan ên bûne bela serê Kurdan û Kurdistanê dibêjin, eger wê nebe ya min, divê nebe ya ti kesî û bila ji dagirkeran re be. Hûn Kerkûkê, Xaniqînê û Celewlayê jî di vê çarçoveyê de bibînin. Heta Rebîa ya hêzên gerîla ji DAIŞê stendin û teslîmî pêşmerge kirin, çima îro ketiye destê hêzên Iraqê. Ji bo Xwedê! Hêza pêşmerge ji bo Kerkûkê û bajarên din ên dagirkirî çima xwe nalivîne. Ma hêza eskerî ya welatekî ji bo çi ye? Li dora qadên gerîla çekdaran û cebilxaneyê kom dikin û Wezareta Pêşmerge jî dibêje, haya me ji vê hêzê tineye. Ev çi rewşeke sosret û hetîketî ye.
Baş e, wê çawa be. Yanî wê çarenûsa Kurdan û Kurdistanê di destê çend bazirganan de bimîne. Naxêr, divê zarokên şîrhelal ên Başûrê Kurdistanê, nexasim navend Silêmanî bi desteka Tevgera Azadiyê bi lez bereyekî nû yê siyasî û heta yê pêşmergeyatî bidin destpêkirin û mudaxeleyî vê rewşa xiyanetê bikin. Naxwe, sibe wê pirr dereng be û firsendên zêrîn ên ketine destê Kurdan wê bi temamî hewante biçin. Tevgera Azadiyê naxwaze mudaxeleyî karê navxweyî yê Başûr bike, lê bi ya min ev şaş e, divê Tevgera Azadiyê bi kêmanî piştgiriya hêzên durist û siyaseta paqij a li Başûr bike û rê nede vê rewşa kambax a serberjêr diçe.
RÊŞAD SORGUL
YENİ ÖZGÜR POLİTİKA