NAVENDA NUÇEYAN –
Kurd yek ji gelên herî kevnar yên axa Mezopotamyayê ne. Ji ber vê dewlemendiya çanda xwe her tim bûne navenda êrişan. Kurdan li hemberî van êrişan bêwestan ji bo parastina hebûna xwe her tim şer kirine û li ber xwe dane; tevî hemû ferman û komkujiyan jî kevneşopiya berxwedanê, mîna yek ji nirxên herî girîng hilbijartine. Ji ber wê li Dêrsîm, Mihabat, Qamîşlo û Şengalê komkujiyên mezin hatine serê wan. Bi van komkujî û enfalan xwestin peyama “mafê we tine hûn weke mirov li ser vê axa bijîn” dan Kurdan. Ew dijmin bûn, armanca wan tinekirina Kurdan bû û li gorî armanca xwe tevdigeriyan.
Baş e, armanca Mala Barzanî ango PDKʼê çiye? Ma gelo ew ne Kurd in? Bi ya min Kurdbûn ne ew e ku mirov kincên Kurdî lixweke û bi Kurdî biaxive. Kurdbûn ew e ku mirov bi Kurdî bihizire, bijî û biparêze. Ji roja ku PDK hatî avakirin li ser navê Kurd û Kurdistanê tişteke ku di xizmeta neteweya Kurd de be nekiriye. Berovajî bûye mertal li pêşiya avakirina yekîtiya neteweyî. Li dijî Kurda her tim li cem dijmin cih girtiye û bûye neyarê qewmê xwe. PDK û pêşengên wê yên ku xwe weke welatperwer pênase dikin gelo difikirin tişta ku îro ew dikin tê çi wateyê? Dest dide dijmin li dijî Şengalê peymanan mor dikin. Destkeftiyên li Rojava ku bi xwîna bi hezaran keç û xortên Kurd hatî bi destxistin çawa pêşkêşî dijmin dikin. Li ser sînorên ku dagirkerên Kurdistanê danîne xendekan çêdikin. Rêya çûyin û hatinê li 12 hezar penaberên kampa Mexmûrê digrin. Li başûrê Kurdistanê dest dane destê dewleta Tirk, amadekariyê şerekî navxweyî dikin.
Beriya çand rojan pêşmergeyekî PDK’ê qaşo fermandarê hêzên Pêşmergeyên êriş birin ser qadê gerîla tevlî bernameya televîzyoneke Başûr bû. Dema min li gotinê wî guhdar kir, min ji Kurdbûna xwe şerm kir. Ji bo gerîla dibêje; “Çi karê wan li welatê me heye. Me Kurdistana xwe bi berdêlên giran azad kiriye bila şer neynin ber deriyê me” Gelo li gorî vî pêşmergeyî kî Kurd e, çend Kurdistan hene û sînorê Kurdistanê heta kur e? Kî kê ji kur diqewitîne? A rast divê mirov ji Kurdbûna wî Fermandarî fikaran bike. Ger rast Kurd be divê pirsa gelo haya wî jê heye dewleta tirk heta kur Kurdistana azad a ku ew behs dike dagir kiriye? Ew dizane çend baregehên artêşa tirk û îstixbaratê yên MÎTʼê li Başûrê Kurdistanê hene? Ger bi rastî hûn parazvanên Kurdistanê ne lazim e ku hûn bersiva van pirsan rast bidin vî gelê ku bi xwînê ev Kurdistan azad kirine. Ger ne ew hêzên gerîla bûna gelo îro li Şengalê li ser navê baweriya Êzdayî û dîroka wê tiştek bima. Bajarê Kerkûk ku dewlementirîn bajarê Kurdistanê ye, wê bi hata parastin? Li Mexmûrê wê qirkirineke çawa rûbida. Çeteyên DAIŞ’ê wê ji Hewlûr heta Zaxo-Dihokê çend komkujî pêk binanîna. Lê ji helwesta PDK’ê û rayadarên wê wer xuya dike ku ev hemû ji bîr kirine. Haya wan ji hesabê Erdogan tine bê dixweze çi bîne serê Kurdan. An jî heta qirikê ketine xendeka xiyanetê. Ji hemû êrişên Erdogan xuya dike ku sûnda qira Kurdan xwariye û dixwaze Rojava, herêma Behdînan, Şengal û Kerkûkê, dagir bike. Di xwaze; Mîsaq-î Mîllî ya nû ava bike û li ser navê Kurd û Kurdistanê tiştekî nehêle. Dixwaze tevgera azadiya gelê Kurdistanê ku bi têkoşîna xwe li Rojhilata Navîn û cîhanê bûye hêza herî dînamîk û çalak tine bike. Mixabin Erdogan hewil dide van pîlanên xwe bi piştgiriya PDK’ê pêk bîne.
Lê tişta ku dilê mirov xweş dike helwesta gelê Kurd e. Di serî de dayik hemû civaka Kurd bi yek dengî li hemberî vê hewildana birakujiyê bi hêrs in. Dayikên gerîla yên li Rojava û Başûrê Kurdistanê bi çalakiyên xwe peyamên gelek zelal didin. Lazim e ku daxwazên dayikan ji aliyê rayedaran ve baş bên xwendin. Ji ber ku ew dayikên ku dadikevin qadan zarokên wan hinek pêşmerge ne hinek jî gerîla ne. Wan ji bo azadiya Kurdistanê berdêlên gelek mezin dane. Ew xwediyê Kurdistanê ne. Ew ê biryaryar bidin yên lazime li Kurdistanê bimîne kîne. Divê berpirsyarên van aloziyan dest deynin ser wijdanê xwe û bi awayekî zelal sedem û rastiya vê rewşê bibînin û pîlana dijminên gelê Kurdistanê betal bikin. Divê baş bizanibin ku ev şer û alozî tenê xizmetê ji dijmîn re dike. Dijmin weke hercar dîsa dixwaze hemû destkeftiyên Kurdan bi destê Kurdan tine bike. Ji lewma hemû beşên civakê şerê birakujiyê weke felaket bi nav dikin. Birastî ji bo Kurdan piştî hewcend berdêlên giran şerê birakujî ji felaketê wirdetir tûsûnamî ye. Ger Kurd van destkeftiyên xwe neparêzin êdî ne pêkan e ku li ser navê Kurd û Kurdistanê tiştek bê avakirin.
Aysel AVESTA
YENİ ÖZGĞR POLİTİKA