NAVENDA NÛÇEYAN – Yekîneyên Tolhildanê yên Şehîdên Xinêrê bi çalakiyan sê jinên Kurd ên şoreşger ku li Parîsê hatibûn qetilkirin bi bîr anî, bi çalakiyan berxwedana li zindanan a li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî kir.
Yekîneyên Tolhildanê derheqê çalakiyan ev agahî par ve kirin:
ÊLIH
Li gorî daxuyaniya ku hatî 31’ê Kanûnê li Taxa Îlûhê 2 trafo hatin şewitandine, 1’ê Çile li taxa Korikê fabrîkayeke plastîkê hatiye şewitandin, li taxa Petrolkentê jî du kesên ku madeyên tiryakê difiroşin hatine îmhakirin. Her wiha li Beşevlerê jî li taxa Hîlal û 19’ê Kanûnê li ser 2’yê Çile dîwaran nivîs haine nivîsandin, 3’yê Çile du trafo li taxa Hîlalê hatine şewitandin û 4’ê Çile jî derb li otobosa Dîndar Turîzmê hatiye xistin ku nokeran, qerdiyanan û polîsan hilgire.
SÊRT
Derheqê çalakiyên li Sêrtê jî hate gogin li ser dîwaran nivîs hatine nivîsîn, trafo hatine şewitandin û kesên ku madeyên tiryakê bi kar tînin hatine hişyarkirin û cezakirin.
STENBOL
Yekîneyên tolhildanê derheqê çalakiyên li Stenbolê ragihand ku 31’ê Kanûnê li Gungorenê kargehên AKP’yiyan hatine şewitandin, 1’ê Çile li Avcilarê wesayitek, 2’yê Çile jî li Kozyatagiyê 4 wesayit hatine şewitandin û 3’yê Çile jî li dijî mala fihûşê û madeyên tiryakê bi molotof û teqemeniya destan çalakî hatiye kirin.
KONYA
1’ê Çile li Konyayê kargehek û du wesayit, li Tekîrdagê jî stesyona bazê ya GSM’ê, 2’yê Çile jî trafoyeke elektrîkê hatiye şewitandin û li Balikkesîrê jî lutekeyeke faşîstan hatiye şewitandin. Yekîneyan diyar kirin li bajarê Tirk Skenderûnê jî depoyeke fîrmayeke ku alkolê digerîne hatiye şewitandin.
AMED
Di daxuyaniyê de bi berdewamî li ser çalakiyên li Amedê jî hate gotin 1’ê Çile li Farqînê ya Amedê li dijî markêteke bi molotf û teqemeniya bi dest çêkirî çalakî hatiye kirin, li Bismilê jî kesên ku madeyên tiryakê hatine firotin hatine cezakirin.
Li ser çalakiyên li Izmîrê jî hate gotin 1’ê Çile li navçeya Bucayê du wesayîtên leşkerên Tirk hatine şewitandin, 2’yê Çile li Gazîemîr Karabagê kargeheke AKP’yiyan hatiye şewitandin, 4’ê Çile jî li Foçayê jî du pansiyonên ku karê fihûştê lê tê kirin hatine şewitandin.
MANÎSA
Li ser çalakiya li Manîsayê jî hate gotin li navçeya Akhîsarê 4’ê Çile sê wesayitên leşkeran hatine şewitandin.
WAN
Herî dawî li ser çalakiyên li Wanê hate gotin 1’ê Çile li dijî wesayita zirxî ya Akrepê bi teqemeniya destan çalakî hatiye kirin, 3’yê Çile li Artemêtanê 3 kesên ku karê madeyên tiryakê dikin hatine cezakirin, 5’ê Çile jî rezîdanseke ku karê fihûştê dike hatine hişyarkirin, kesek hate cezakirin.