NAVENDA NÛÇEYAN – Çalakiya greva birçîbûnê ya ku li girtîgehan li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan hat destpêkirin, di roja 43’yemîn de, berdewam dike.
Girtiyên siyasî yên PKK û PAJK’ê, di 27’ê Mijdarê de, bi armanca bi dawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ê ku 21 salin li Girtîgeha Îmraliyê ya Ewlehiya Bilnd a Tîpa F tê girtin û şermezarkirina binpêkirinên mafan ên di girtîgehan de zêdebûne, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Çalakiya girtiyan, di roja 43’yemîn de berdewam dike.
Li Kampa Mexmûrê ya girêdayî Herêma Kurdistanê jî, li dijî tecrîda li Îmraliyê, bi pêşengtiya jinan di 18’ê Kanûnê de, çalakiya greva birçîbûnê hat destpêkirin. Çalakiya li Komeleya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê dewam dike, di roja 22’yemîn de ye.