QAMİŞLO – Bi nêzîkbûna şehadeta her sê jinên kurd ên şoreşger (Sakîne – Fîdan – Leyla) Yekîtiya Jinên Ciwan ên bajarê Qamişlo pêşangehek wêneyan vekirin.
Pêşangeh li parka Avesta ya Qamişlo hat vedan, di saat 2’ê piştnîvro de destpê kiribû heta saatên êvarê berdewam kir. Di pêşangehê de wêneyên her sê jinên kurd ên şoreşger (Sakîne – Fîdan – Leyla) yê ku hate xêz kirin û wêneyên din ên li ser jina kurd de beşdar bûn.