HESEKÊ – Endamên Yekitiya Jinên Ciwan ên Hesekê ji bo piştgiriya berxwedana Eyn Îsa daxuyaniyekê ve diyar kir ku ewê biçin qada şer. Daxuyanî wiha ye:
“Em weke yekîtiya jinên Ciwan li dijî êrîşên dagirkeriya Tirk li ser Rojava berê xwe didin Eyn Îsayê. Em weke Jinên Ciwan em herdem li hemberî êrîşên dijmin disekinin. Û em li pişta gelê xwe yên Eyn Îsa.
Ev êrîşên ku li ser herêmêm me tê kirin tu carî manewiyatê me naşkîne. Em li hemberî komploya navnetewî ya li ser Rêber Ocalan disekinin. Û em piştgirî didin berxwedana zindanan.
Emê Teqez Serbikevin
Na ji dagirkeriya Tirk
Bijî berxwedana Eyn Îsa.”
Piştê daxuyaniyê jinên ciwan ajansa me re axivîn. Jina wiha got:
“Navê Min Nermîne ez bajarê Hesekê me, Îro em wek ciwanên PYD’ê diçin Eyn Îsa emê hemberî êrîşîn dijmin bisekinin, heya ku noqte xwînê canê me de hebe emê hember dijmin bisekinin emê welatê xwe biparêzin em nahêlin qirêja dijmin bikeve welatê me. Ev welat, welatê me ye.