NAVENDA NÛÇEYAN – Balafirên şer yên dewleta Tirk a dagirker herêma Berwarî Bala bombebaran kir.
Li gorî agahiyên ji herêmê hatine standin, balafirên şer yên dewleta Tirk a dagirker Herêma Berwarî Bala ya ser bi navçeya Amêdiyê a ser bi Dihokê, bi dijwarî bombebaran kir.
Derbarê ziyanan de ti agahî nehatin standin, liv û tevgera balafiran ya li ser herêmê dewam dike.