NAVENDA NÛÇEYAN – Însiyatîfa Zarokên Agir daxuyaniyekî ve rêzeşewatên ku herî dawî pêk anîne parvekir.
Daxuyaniya Zarokên Agir wiha ye:
“Jİ BO LÎCÊ, ME BEHRA REŞ KİR ÇEMBERA AGİR
Ji bo Lîcê me Behra Reş kir çembera agir. Di salên 1990’î de we daristanên Lîcê şewitandin, kevir û çiyayên wan bombebaran kir, li mirovên wan xistin ji bo van kiryarên we me ji bo tolhildana Lîcê li çar bajar û şeş navçeyên Behra Reş agirê tolhildanê pêxist.Dijmin bi leşkeran ve derdora Lîcê dorpeç kir, me jî bi agirê tolhildanê derdora Behra Reş dorpêç kir. Kurdên ku ji bîr nakin yên bi şeref û namus wê hesabên kiryarên we kirî bipirsin û îro li Kurdistanê xirabî û êrîşên hûn dikin em zêdetir bersiv didin û emê bersiv bidin. Cendermeyên we yên ku nikarin bikeve çiyayên Lîcê bila bizanibin ku em di deşt çiya û bajarên Behra Reş de ne. Ew li kurdistanê çi dikin em jî li vir wî dikin.
Berfirehiya şewatan:
10/01/2021 Li rojhilatê Behra Reş Rize Findikliyê li çar deverên cuda, li Akçabat û Of navçeyên Trabzonê sê deverên cuda, li Orduyê hîjdeh deverên cuda, li Artvînê navçeya Kemalpaşa şeş deverên cuda ji bo Lîcê agirê tolhildanê hat pêxistin.”