“Paytexta Fransayê Parîsê weke bajarê Evîn û Seyranê tê naskirin. Lê ev bajar ji sala 2013´an ve ji bo Kurdan bûye bajarê xiyanet û bêbextiye. Parîs li ber çavê Kurdan reş e, weke qetranê ye. A rast çima jê re gotine bajarê evîn, kef û seyaranê cihê pirsê ye. Yan jî ger aliyekî wê ev be aliyê wê yê din jî tijî xiyanet û komkujî ye. Belkî ji bo ku ev rûyê wê yê tarî eşkere nebe, ev nav lê hatî kirin. Ev 8 sal in Kurd bi têkoşîna xwe ya edaletê hewl didin vî aliyê wê eşkere bikin.
Ji ber ku ji sala 1960´î ve li vî bajarî bi sedan şoreşger hatin qetilkirin. Ev komkujî hemû weke sireke mezin hatine veşartin û yek ji wan jî nehatiye eşkerekirin. Gelek ji wan weke pirsgirêkên navxweyî hatin dîtin û ser wan hat nixumandin. Dewleta Fransayê di hemû bûyeran de ku li vî bajarî qewiminê, li gorî berjewendiyên xwe tevgeriyaye û kujer parastine. Ji lewma jî yek ji van komkujiyan nehatiye zelalkirin.
Li Parîsê ango paytexta xiyanet û bêbextiyê di 9’ê Çileyê 2013´an de sê jinên şoreşger û pêşeng Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez, nava rojê li pêş çavê cîhanê bi awayekî hovane hatin qetilkirin. Lê ji roja destpêkê ya komkujiyê ve, Kurdan tevî dostên xwe biryar da û sûnd xwar ku ew ê nehêlin ev komkujî weke gelek komkujiyên li vî bajarî di tariyê de bimîne. Di nava 7 salan de têkoşîna bi pêşengiya jinan, heta astekê encam girtin. Lê tevî ku bi delîlan îsbat bû ku komkujî ji bi fermana Erdoganî bi destê MÎT’a Tirk hatiye kirin û kujerên esas hîna nehatine dadgehkirin. Ji lewma, gelê Kurd û dostên xwe bi wesileya salvegera qetilkirina her sê jinên şoreşger di serî de li Parîsê, li seranserê cîhanê daketin meydanan û ji kujeran hesap pirsîn.
Tevî xeteriya belavbûna şewba vîrusa koronayê jî deng û durişmeyên ji bo edaletê li tevahiya Ewrûpayê li meydanan olan dan. Bi pêşengiya jinan, Kurdan tevî dostên xwe kuçe û kolanên Ewrûpayê hejandin. Di çalakiyên îsal de cara yekê di vê astê de sazî û rêxistinên jinên cîhanê û partiyên siyasî yên Fransaye elaqeyeke bi vî rengî nîşan da. Hem beşdarî çalakiyan bûn, hem jî peyamên piştgiryê dan. Di heman demê çapeneniya cîhanê jî gelek baldar bû.
Her kes gelek xemgîn û dilê wan tijî hêrs û kîn bû. Ji ber ku gelê Kurd sê nivşê nû, sê şoreşger û sê pêşengên xwe ji dest dan. Sakîne Cansiz di her warê jiyanê de ji bo jin û gelan hêviya jiyana Azad bû. Ew di heman demê de di rêxistinkirin û partîbûna jinê de jî xwedî roleke diyarker bû. Di berxwedana zîndanan de ew jina yekem bû ku tifî rûyê êşkencekar û celad Esat Oktay kir.
Wê li dijî her cûre paşverûtiyê têkoşîneke bêhempa meşand. Ew beriya şehadeta xwe ji bo her jineke li azadiyê digeriya, bûbû pîvan û îlhama têkoşînê. Bi sedan jinên şoreşger navê wê li xwe kirin û derketin serê Çiyan. Bi qetilkirina wê re nav û dengê jinên Kurd li dinyayê deng veda. Êdî Sakîne Cansîz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bûn nasnameya jinên cîhanê û gerdûnî bûn.”
ÇAVKANÎ: Yeni Özgür Politika – Aysel AVESTA