NAVENDA NÛÇEYAN – Bi daxwaza bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên li girtîgehan çalakiya greva birçîbûnê ya ku di 27’ê Mijdarê de girtiyên siyasî yên li girtîgehan dabûn destpêkirin ket roja xwe ya 48’emîn.
Çalakiya greva birçîbûnê ya bi daxwaza bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên li girtîgehan hatibû destpêkirin didome. Çalakiya ku koma 10’an dewr girtî bû, di roja 48’an de ye.
Girtiyên çalakiya greva birçîbûnê didomînin gotin: “Divê demildest daxwazên me bên qebûlkirin.”
Hat diyarkirin ku li Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 2 a Tekîrdagê, girtî Ahmet Surme ji ber ku lêgerîna tazî ya piştî hevdîtina bi parêzerê xwe re lê hatiye ferzkirin, qebûl nekiriye hatiye derpkirin û kincên wî bi zorê hatine derxistin.
Ji fermandarên HPG’ê Baran Farqîn greva birçîbûnê ya li girtîgehên Tirkiyeyê nirxand, ku girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê ji 27’ê Mijdarê ve ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dimeşînin.
Farqîn diyar kir ku girtî pêşengiyê ji azadiya Ocalan re dikin; li gel şert û mercên giran jî dest bi kampanyayê kirine, bi vî rengî têkoşînê xurt dikin, ji bo gel û gerîla jî dibin moral û got, “Gelekî girîng e û bi wate ye. Di navbera me û hevrêyên me yên li zindanan de ji aliyê fîzîkî ve mesafeyek hebe jî ji aliyê yekîtî û yekparetiya ruhê hevrêtiya Apoyî ve ti cudahî û dûrketin nîne. Hevrêtî xwedî wê hêz û tilsimê ye ku cudahiya cih û demê bêwate dike. Dilsoziya me ya bi Rêberê azad, welatê azad, hevrêtî û nirxên Kurd û Kurdistanî, havênê hevrêtiya me ye. Dilê me bi heman hestan dagirtî ne, ji bo heman armancê lê didin. Ji ber vê yekê cudahiya fîzîkî ji bo me zêde wateyeke xwe nîne.”