NAVENDA NÛÇEYAN – Ciwanên Komûnîst ên Şoreşger li ser xwekuştina ciwana daxuyaniyeke nivîskî weşand. Daxuyani wiha ye:
“Şoreşa Rojava Pêşeroja Ciwanan e
Sîstema perwerdê ya Rejîma BAAS û zanîngehên rejîmê dibe sedema xwekuştina ciwanan. Di dîroka 12’ê Çileya 2021’an de xwendekareke zanîngehê ji ber sedema ku di ezmûnê de dest hat danîn ser pela wê ya ezmûnê întîhar kir. Rejîma BAAS a ku di aliyekî de bi hevkariya dewleta Tirk a dagirker û dewletên emeryalî êrîşî şoreşa me dike, di aliyekî de jî bi siyaseta bê pêşeroj hiştina ciwanan dixwaze me dorpêç bike.
Em wek Ciwanên Komûnîst ên Şoreşger (CKŞ) bangawaziya ciwanên me dikin ku di zanîngehên şoreşa me de bixwînin. Hûn ne bêçare ne. Werin di dibistanên şoreşa xwe de bixwînin û xwedî li pêşeroja xwe derkevin. Di saziyên şoreşê de bixebitin û xwedî li vîna xwe derkevin. Hêz bidin şoreşê û bawerî bi şoreşê bînin ku wê hêz bide we.
Rastiya ku xwedî li ciwanan derkeve tenê şoreşa Rojava ye.
Ciwanên Komûnîst ên Şoreşger (CKŞ)“