AMED – Ji aliyê Kurdan ve ev bi hezaran sale destpêka salê bi navê Serê Salê tê qebûlkirin. Meclîsa Ciwanan a HDP jî li Amedê ev yek pîroz kir.
Kurd li gorî salnameya Rumî di 13’ê Çileyê de destpêka salê pîroz dikin. Ev bi hezaran salane wiha didome. Li navçeya Amedê a Rêzanê endamên Meclîsa Ciwanan a HDP li vê mîrasa dirokî a Kurdan xwedî derket û “Serê Salê” pîroz kirin.
Di pîrozbahiyê de dirûşmeyên wek “Ser sala we pîroz be” li kolanên bilind bû. Gelê navçeyê jî bi çepik û tîlîlîyan beşdarî pîrozbahiyê bûn.