MARSÎLYA – Di çarçoveya pêngava “Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re – bi hev re serhildan” Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger li Marsîlyayê bênavber ji bo azadiya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan di nava çalakiyan de ne. Ciwanan li konsulxaneya tirkan a bajarê Marsîlya pankartek daliqandin.
Pankarta bi nivîsa ‘Bi hev re serhildan’ û wêneyên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan hate daliqandin û ciwanan bi dirûşemyên xwe berxwedana grevên birçîbûnê a li zindanên Kurdistan û Tirkiyeyê silav kirin.