MAHABAD – Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê her du diçe zextên rejînê yên li ser welatî, çalakvan û xwendekarên Kurd zêde dibe. Ji roja 8’ê Çile ve rejima Îranê li Rojhilatê Kurdistan û Tehranê li dijî çalakvan, xwendekar û welatiyên Kurd dest bi pêla binçavkirin û girtinê kiriye. Ji 8’ê Çileyê ve 32 kes ji aliyê rejîma Îranê ve hatin binçavkirin.
Li gorî agahiyên herî dawî Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê (KMMK) dane, duh il bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê Aram Muradiyan û Kamîl Nurî yên ji gundê Tengîser piştî ku vexwendine Navenda Îtaetê hatine binçavkirin û hata niha sedema binçavkirina wan nayê zanîn.
Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê (KMMK) ragihand ku welatiyek din ê bi navê Elî Perwaze yê xelkê gundê Nê yê Merîwanê hatiye binçavkirin û birîne cihek nediyar.
Li gel van hersê kesan ji 8’ê Çile ve hejmara kesên ji aliyê rejima Îranê ve li bajarên cuda hatine binçavkirin gihîste 32 kesan.
Ji berî çend rojan Konseya Rêveber a KNK’ê bi daxwaznameyekê bang li saziyên mafên mirovan ên navneteweyî kirîbû ku bi rengekî lezgîn li rewşa kesên hatine binçavkirin bipirsin û bal kişand ser metirsiya êşkence û windakirina wan kesan.