HESEKÊ – Çalakiya konvedanê ya ku Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan bi dirûşma “Bi ruhê berxwedana girtîgehan, teqez em ê bi ser bikevin” li dar xistiye ya ji bo bidawîkirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û piştgiriya berxwedana girtiyên siyasî ku 45 roj e di greva birçîbûnê de ne, di roja 3`yemîn de dewam dike.
Îro jî gelek şandeyên ji endamên meclisên navçeyên Til Temir û Zirganê, endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan û şandeyên ji endamên komîteyên meclisên kantona Hesekê, mamoste û endamên Desteya Tenduristiyê ya bajêr, beşdarî çalakiyê bûn.
Li konê çalakiyê, cîgirê hevserokê meclisa navçeya Til Temirê Mehmûd Birêc, endamê rêveberiya Tevgera Ciwanên Şoreşger a navçeya Til Temirê Kemal Mihemed û endamê rêveberiya Tevgera Ciwanên Şoreşger a navçeya Zirganê Taha Îso, axivîn.
Birêc bêdengiya navneteweyî li hemberî sûcên dewleta Tirk a dagirker ên dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi taybetî navçeyên Eyn Îsa, Til Temir û Zirganê û li dijî gelê Kurd ê Bakurê Kurdistanê şermezar kir.
Birêc wiha got: “Em piştgiriya berxwedana girtiyên siyasî li girtîgehên Tirkiyê dikin. Heta bidawîkirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û bidawîkirina sûc û binpêkirinên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê, em ê çalakiyên xwe bidomînin.”
Birêc her wiha diyar kir ku dagirkeriya Tirk û çeteyên wê qanûn û peymanên navneteweyî binpê dike û dewletên mezin û bi taybet Rûsya, li hemberî binpêkirinên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tu bertekan nîşan nadin.
Endamê rêveberiya Tevgera Ciwanên Şoreşger li navçeya Til Temirê Kemal Mihemed got: “Dê ciwan li hemberî van êrişên hovane yên faşîzma Tirk û çeteyên wê li ser herêmên me ku dixwazin vîna me bişikînin û projeya biratiya gelan a li gorî raman û felsefeya rêber Ocalan têk bibin, bisekinin.”
Taha Îsa jî berxwedana girtiyên siyasî yên di greva birçîbûnê de silav kir û got: “Em ê piştgiriya vê berxwedana mezin a ku hevalên me di girtîgehên Tirkiyê de dest pê kirine, bidomînin.”
Îsa destnîşan kir ku armanc ji sûcên dewleta Tirk a dagirker û êrişên wê li dijî navçeyên Eyn Îsa, Til Temir û Zirganê ew e ku li tevahiya herêmê guhertina demografîk pêk bîne.
Tê payîn ku sibê gelek şande û di nav de Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan ên navçeyên Şedadê û Erîşe, beşdarî konê çalakiyê bibin.