ATÎNA – Berxwedana Zanîngeha Bogazîçîyê her cihê belav dibe.
Li dijî kayumê ku Tayip Erdoğan avêt li ser Zanîngeha Bogazîçiyê xwendevan nêzî 10 roje bê navber çalakiyan de ne.
Piştê xwendevanên Zanîngeha Bogaziçiyê gelek zanîngehên Tirkiye û Kurdistanê jî cur bi cur çalakiyan ve piştgirî dabûn berxwedana Bogazîçiyê.
Herî dawî ev çalakî dengê xwe gihand derveyê welat jî. Civanên Yuwnanîstanê pankarteke bi Yuwnanî û Tirkî li ser “Berxwebide Bogazîçî” nivîsî ve derketin qada û piştgirî dan berxwedanê.