NAVENDA NÛÇEYAN – Dilawer Caf bal kişand ser zextên rejîma Îranê yên li ser gelê Rojhilat û got, “Cihên mîna Kirmaşan û Pawe bi lehengî û wêrekiya xwe tên naskirin. Ti carî teslîmî dijmin nabin.”
Gerîla Dilawer Caf ji eşîra Caf e û li bajarê Pawe yê parêzgeha Kirmaşanê ji dayik bû. Li dijî kirinên rejîma Îranê yên li dijî Kurdan tevlî nava refên têkoşîna azadiyê bû.
Gerîla Dilawer Caf bal dibêje; “Ciwan hêza herî dînamîk a civakê ye. Ciwan dikarin paşeroja gel biguherînin. Dewlet herî zêde bi rêya madeyên hişbir ciwanan bi xwe ve girê dide. Dixwaze serî li wan ciwanan bide tewandin, wan teslîm bigirin ji bo pêşengiyê ji civakê re nekin. Ji bo li dijî dagirkeriyê serî hilnedin û her tim di nava şermekê de bin, bi rêbazên cûr be cûr nêzî ciwanan dibe. Vê yekê jî bi rengekî zexel dike. Kirmanşan, Pawe bi şerkerî û lehengiya xwe tên naskirin. Lê belê pergalê bi rêya madeyên hişbir ev herêm tevizandiye. Dema ku mirov vê yekê dibîne, bivê nevê vê pirsê ji xwe dike, ‘Çima ewqas polîtîkayên hûrûkûr li ser Kurdan tên meşandin?’ Çawa dibe ku em ê li nava civaka Kurd bin lê belê nikaribin qala Kurdîtiyê bikin? Çawa dibe ku mafê me yê axaftinê nebe, nikaribin bi zimanê xwe dersê bibînin? Çi armanca dewletê ji vê heye? Divê em lê bipirsin bê çima ewqas Kurd ji çanda xwe hatine dûrxistin? Çima mejiyê ciwanan bi zîhniyeta dewletê tê tijîkirin? Em çima bi nasnameya Farsê bijî? Em Kurd xwedî dîrok û nasnameyeke kevnare. Rejîma Îranê ya dagirker ji ber Kurdbûna wan heta niha bi sedan ciwan sêdare kir. Divê em hesabê vê bixwazin.”
YENİ ÖZGÜR POLİTİKA