NAVENDA NÛÇEYAN – Bi daxwaza bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên li girtîgehan çalakiya greva birçîbûnê ya ku di 27’ê Mijdarê de girtiyên siyasî yên li girtîgehan dabûn destpêkirin ket roja xwe ya 51’emîn.
Çalakiya greva birçîbûnê ya bi daxwaza bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên li girtîgehan hatibû destpêkirin didome. Çalakiya ku koma 11’an dewr girtî bû, di roja 51’an de ye.
Girtiyên çalakiya greva birçîbûnê didomînin gotin: “Divê demildest daxwazên me bên qebûlkirin.”
Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP’ê Alîcan Onlu, têkildarî çalakiyên greva birçîbûnê û tecrîdkirina Ocalan nirxandin kir û wiha got: “Dijderketina tecrîdê ne tenê dijderketina tecrîdkirina Ocalan e, dijderketina tecrîdê di heman demê de dijderketina tecrîdkirina li dijî xwe ye jî.”
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di 10’ê Çile de civîna Meclîsa Partiyê ya HDP’ê li dar xist. Di civînê de têkildarî pêşerojê hin bername û plansazî da pêş xwe. Em têkildarî rê û rêbazên têkoşîna siyaseta demokratîk a HDP’ê û tecrîda li Îmraliyê û çalakiyên girtiyan ên li dijî tecrîdê bi Berpirsiyarê Rêxistinkirinê û Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP’ê Alîcan Onlu re axivîn. Onlu, anî ziman ku çalakiyên li girtîgehan hatiye destpêkirin, li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, li dijî “Polîtîkayên dijminantiyê” ya li ser kurdan, binpêkirina mafan û li dijî “Rejîma Qesrê” ye. Onlu, da zanîn ku hikûmetê tecrîd ji bo xwe kiriye yekî rêbaza rêvebirinê û wiha got: “Her dem her tiştî berê li ser Kurdan diceribînin. Ev pergala tecrîdê li ser hemû beşên civakê kirin pergalek mayinde. Li Îmraliyê dest bi pergala tecrîdê kirin û îro li ser her kes û beşan ev pergala tecrîdê didome. Birêz Ocalan di hevdîtina xwe ya dawî de pir aşkere ev yek anî ziman. Niha siyaseta demokratîk di tecrîdê de ye. Wê demê dijderketina tecrîdê ne tenê dijderketina tecrîdkirina Birêz Abdullah Ocalan e. Divê her kes ji bo li dijî tecrîdkirina xwe derkevin li dijî hemû polîtîkayên tecrîdê dengê xwe bilind bikin.”