QAMİŞLO – Di roja 7`an de çalakiya konvedanê ya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê bi beşdarbûna şêniyên navçeya Girkê Legê, Çilaxa û endamên Partiya Yekitiya Suryan didome.
Ev çalakiya ji bo piştgiriya berxwedana greva birçîbûnê ya di hepsên dewleta Tirk de di roja xwe ya 7`an de li bajarê Qamişloyê dewam kir. Konê çalakiyê li beramberî Komseriya Neteweyên Yekbûyî ya Kar û Barên Penaberan hatiye vedan.
Îro bi dehan şênî, endamên meclis û saziyên navçeya Girkê Legê û Çilaxa, her wiha endamên Partiya Yekîtiya Suryan jî beşdarî çalakiyê bûn.
Endamê Partiya Yektiya Demokratîk (PYD) şaxê Çilaxa, Sirûd Şimer got, “Em wek gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji cîhanê re dibêjin; em ê çalakiyên xwe li dar bixin heta ku tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan rabe.”
Her wiha endama PYD’ê şaxê Girkê Legê Yîldiz Cemo jî got, heta dawiyê ew ê piştgiriya berxwedana zindanan bikin.
Endama Partiya Yekitiya Suryan, Nûra Hena jî got, dewleta Tirk fikirê biratiya gelan û neteweya demokratîk li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê naxwaze: “Lê dewleta Tirk nagihêje armanca xwe, ji ber ku gelên herêmê bûne yek beden.”