LAVRÎON – Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger, ku ji bo bidawîkirina tecrîda girankirî ya li dijî Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, bi çalakiya greva birçîbûnê ya ji 8 kesan û 5 rojan a 4’ê Çile piştgirî dan greva birçîbûnê ya li girtîgehan hate destpêkirin, bersiv dan pirsên ajansa me yên der barê çalakiyan de.
Berxwedêrên Greva birçîbûnê yên Yewnanîstanê Şiyar Amed û Brûsk Serhed diyar kirin ku tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdulah Öcalan di girtîgeha Îmraliyê de tê meşandin ne tenê li dijî Serokatî, lê di şexsê wî de li dijî ciwan, jin û hemû mirovan hate sepandin, û azadiya fizîkî ya Serokatî dê bête misoger kirin û azadiya hemî gelan bê dabîn kirin. wan îfade kirin.
Ciwanan diyar kir ku ew ne tenê şikandina tecrîdê, lê misogerkirina azadiya fîzîkî ya Serok Apo bi tevahî armanc dikin, serhildêran bang li her kesê kir ku li dora vê berxwedanê werin ba hev.
Şiyar Amed wiha got:
Ez di serî de hevalên greva birçîbûnê de ne bi rêz silav dikim û serkeftinê ji wan re dixwazim.
Ya ku rojeva raya giştî de ye ne tecrîdeke ku ji niha ve dest pê kiriye. Armanca hevalên me yên li zindanê li ber xwe didin ne tenê şikandina tecrîdê ye, lê di vê wateyê de, divê rewş baş were fêhm kirin Nêzî 22 salan e ku rewşa êsîr û tecrîdê heye. Di vê serdemê de, dewleta Tirk bû rewşek ku li Îmraliyê li dijî Rêberê me her cûre polîtîkayên qirêj pêk tîne.
Ev bi rastî hevalên me yên ji girtîgehên ku li Tirkiye û Kurdistanêne xwedî yek armanc in; Ev çalakiyek berxwedanê ye ku divê azadiya fizîkî ya Rêberê me di zûtirîn dem de were mîsoger kirin.
Naveroka roportaja me bi tevahî wiha ye:
Me di 4 Çile 2021 de li vir dest bi berxwedana xwe kir. Weke ku tê zanîn, 4ê Çile roja ku 3 hevalên meyên jin (Sêve Demir, Pakize Nayır, Fatma Uyar) hatin qetil kirin.
Şehît Pakîze, Seve û Fatma roja ku hevalên me hatin qetilkirin dîrok ev roj bû. Têkildarî wate û girîngiya rojê, me îro dest bi berxwedana xwe ya greva birçîbûnê kir. Emê teqez serbikevin.
Brûsk Serhed ev tişt ji ajansa me re ragihand:
“Me li ser navê nûnertiya Yewnanîstan Tevgera Ciwanên Şoreşger dest bi greva birçîbûnê kir. Sedema destpêkirina van grevên birçîbûnê bidawîkirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê me û piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan bû.
Hûn dizanin ku greva birçîbûnê ya li girtîgehan di roja 51-an de ye (roja hevpeyivînê), û em jî wekî Yewnanîstan di roja 13-an de ne.
Weke koma 3-em, me roja Pêncşemê dewr girt, û em ê wê roja Sêşemê radestî koma 4-an bikin.
Ji vir em bang li hemû gel û zindanên xwe yên welatparêz dikin. Werin em bi hev re vê têkoşînê mezin bikin û vê tecrîda li ser Rêbertî rakin û azadiya wê mîsoger bikin. Ka em dest bidin hev. Em ji dil bawer dikin ku em ê vê yekê bi dest bixin. “