AMED – Bi dehan jinên ciwan ên welatparêz danê êvarê li Taxa Fiskaya ya Amedê kom bûn û bi meşaleyan daketin kolanan û piştgirî dan greva birçîbûnê ya li zîndanan a 56 roje berdewam dike.
Di roja 56. a grevên birçîbûnê de ku li dijî tecrîda li ser gelan di şexsê Rêberê Gelan Abdullah Ocalan de li dora 19:30 li navçeya Fiskaya Jinên Ciwan ên Welatparêz bi meşaleyan meşiyan. Gelê bajêr jî eleqeyek mezin nîşanê meşê dan û tevlî bûn.
Jinên ciwan ên ku meşiyan bi dirûşmên “Hezar Silav ji Rêhevalên li zindanan de Berxwedidin, Biji Serok Apo, PKK Gel, Gel Li vir e” protesto domandin.