STENBOL – Li dijî Tecrîdê Kurdistan, Tirkiye û her çar aliyên cîhanê ji bo piştgiriya greva birçîbûnê ya li girtîgehan li Meclîsa Ciwanên Stenbolê dest bi berxwedanê dike û li her qadên Stenbolê çalakî belav dibe.
Li Taxa Hacî Ahmet û Tarlabaşi ya Navçeya Beyoglû ya Stenbolê, di bin pêşengiya meclisa ciwanan de meş hat lidarxistin û belavok hatin belav kirin.
Navçeya Sultanbeyliyê de ciwana ji bo piştgiriya grevê birçîbûnê û li dijî Qayumê Boğazîçiyê pankart daliqandin.
Li taxa Otobanê ya navçeya Gaziosmanpaşa, ciwanan xebatên nivîsê pêk anîn.