Di daxuyaniya nivîskî ya ji aliyê Însiyatîfê ve hatî dayîn de hate gotin: “Em ê li bajarên herî bi ewle li dijminan bidin û bi agirê xwe bixeniqînîn.”
WESAYÎT Û KARGEH HATIN ŞEWITANDIN
Însiyatîfê berfirehiya çalakiyên xwe wiha rêz kir:
“-18’ê Çileyê, li Hadimkoya Stenbolê kargehek a plastîkan û 2 wesayîtên lûks ên kargehê ku ya faşîstên AKP’ê ne, ji aliyê yekîneyên me ve hatine şewitandin û hatine rewşa bê kariyê.
-18’ê Çileyê, li Gebzeya Kocaeliyê kargehek a polîsek Tirk ê AKP’î hatiye şewitandin.
-19’ê Çileyê, li Bandirmaya Balikesîrê kargeha xwirekan û 3 wesayîtên kargeha faşîstên Tirk ji aliyê yekîneyên me ve hatine şewitandin û bûne xwelî.
-20’ê Çileyê, li Beylikduzu ya Stenbolê li taxek a ku piraniya wê faşîstên MHP’î lê trafûya elektirîkê dane ber agir, hatiye rewşa bêkariyê û bi seatan tax bê elektirîk maye.
-20’ê Çileyê, li Erenler a Sakaryayê yekîneyên me bi teknîkî agir berdane avahiyek a nîjad perestan. Heman demê 4 wesayîtên ku ciwanên nijadperestan dan ber agir û hatin rewşa bê kariyê.
-21’ê Çileyê, li Mûratliya Tekirdagê 4 wesayîtên faşîst û tecawûzkarên AKP’iyan dan ber agir û hatin rewşa bê kariyê.”