NAVENDA NÛÇEYAN –
Bêgûman, aliyê dewleta tirk hin tiştan aşkera dibêjin û encamên hevdîtinan jî wekî serkeftinekê binav dikin. Aliyên din, Iraq û PDK jî li dorê diçin û tên. Tiştan zêde aşkera nakin, lê êdî yeqîn e. Amanca esasî yên van hevdîtinan, PKK ye. Heke bikaribin ew ê ji bo têkbirina PKK’ê hewl bidin. Hêza wan têrê neke, ew ê îcar hewldanên xwe ji bo lawazkirin û marjînalîzekirina PKK’ê bi kar bînin.
Bi biya min di demek kurt de şerê navxweyî xuya nake, jixwe Ji bo vê yekê xwe ceribandin û bertekên civaka kurda pêşî li vê yekê girt. Bêgûman xetere ji holê ranebûye, lê berî ku vê rêya bikarbînin, ew ê di destpêkê de dorpêçkirina PKK’ê esas bigirin. Ji encamên hevdîtinan ev yek aşkera ye.
Ew ê pêşî peymana Şengalê ya 9’ê Cotmeha sala 2020’î hatibû mohrkirin ji bo bikeve meriyetê, tevbigerin. Di vî warî de jî du rêyên ku bikarbînin hene. Yek ji wan deriyê sînor yê nû ye ku ew ê ji Ovakoya Cizîrê destpê bikin, Şengalê dorpêç bikin û ji wê derê jî ji ser Telafera tirkmen berê xwe bidin Musilê û xwe bigihînin Bexdayê.
Ev plan herî kêm 5 sal in heye, lê PDK di vê planê de tune bû. Iraq û Tirkiye hewl didan ku herêma 20-30 kîlometreyên wê ku di bin kontrola PDK’ê de bû dagir bikin û bi çêkirina rêyeke navneteweyî planên xwe pêk bînin. Dîtin ku heke PDK li devre bihêlin, ew ê nêzîkbûna kurdan xurt bibe. Di van hevdîtinên dawî de, diyar e lihevkirine û êdî PDK jî di plana deriyê sînor a Ovakoyê de heye. Kêm zêde, ew ê jî para xwe bigire.
Ji bo Şengalê pêngava duyemîn jî kontrolkirina rojavayê Kurdistanê ye. Ne di wê qenatê de me ku di serokatiya Joe Biden de ev plan vegûheze. Ew ê Biden jî, ji bo rayedariya rojavayê Kurdistanê bi hest û helwest ji PKK’ê dûr bikeve, piştgiriya xwe bi aliyên dagirker re xurt e bike. Çoyê wan jî amade ye, ew ê bi êrîşên dewleta tirk, rêvebiriya xweser tehdît bikin.
Di planên nû de Maxmûr jî di nav pêngavên sereke de cih digire. Bi tevî Neteweyên Yekbûyî, hemû aliyan ji bo hest û helwestên mexmûriyan bişikînin, ango wan jî ji PKK’ê dûr bixin, ew ê êrîş jî tê de hemû cureyên qirêj bikar bînin.
Rast e, nikarin Qendîl bi tevayî bikin bin kontrola xwe, lê di wê derê de jî heta ji wan were ew ê hewl bidin ku PKK’ê ji sînoran dûr bixin. Plana deriyekî sînor a nû li wê herêmê jî heye. Heke bikaribin ew ê ji Çelê destpê bikin û deriyê sînor ê nû ji ser Hewlêrê bighînin Kerkûk û Bexdayê. Di vî deriyê sînor de jî belê, berjewendiyên aborî hene. Lê hem di deriyê Çelê de, hem jî di yê Ovakoyê de armancên esasî, leşkerî ne.
Di plana ku hevdîtinên dûmahî de li ser masê de bû, astengiya herî mezin rewşa hikûmeta Mustafa Kazimî ye.
Kazimî, hikûmetek teknokrat e û aliyên din ên siyasî bi piranî piştgiriya vê hikûmetê nakin. Ew, ji ber nakokiyan mecbûr man zextên Amerîka qebûl kirin û hikûmet dan Kazimî. Ew jî ji bo xwe xurt bike, xwe bi Amerîkayê ve digire û aliyekî ve jî xwe dispêre Tirkiyeyê. Lê her ku nêzî dewleta tirk bibe, ew ê aliyên siyasî yên din yên Iraqê zexta xwe li ser Kazimî zêde bikin. Bawerî ew e ku Amerîka jî wê nikaribe Kazimî biparêze.
Heman tişt li başûrê Kurdistanê jî heye. Gelê Başûr û partiyên din ji pêywendiyên PDK’ê nerihet in. Heke PDK di vê siyaseta xwe de bi israr be, mumkun e ku ew jî bi astengiyên mezin re rûbirû bibe.
Divê em bibînin, dewleta tirk, zêdetir bi şans e. Neyar e, neyartiya xwe jî bi aşkera dibêje û bicih tîne. Lê Iraq û PDK, wekî dewleta tirk rehet nînin. Baweriya xwe ne bi xwe, lê bi hêzên alîkar, di serî de bi Tirkiye û Amerîkayê tînin. Jixwe lawaziya wan a herî mezin jî ev e.
Kin û kurt. Wekî di serî de min raya xwe got, di wadeya kurt de şerekî navxweyî naxuyê lê her ku aliyên siyasî bên astengkirin, mumkun e ku şerek xurt destpê bike. Dibe ku ev şer, di demek gelek kurt de gûr jî bibe.
Qet şik nîne ji alî kurdan dermana herî mezin bertêka gel e. Ev bertek dibe ku li ser dewleta dagirker a tirk bandor neke, lê ji xeynî wan ew ê bandora xwe li hemû aliyên din bike.
FEHİM IŞIK
YENİ ÖZGÜR POLİTİKA