NAVENDA NÛÇEYAN – Ciwanên welatparêz: “Dawiya tecrîdê. Dem Dema Azadiyê”
Li navçeya Bağcılar a Stenbolê, ciwanên welatparêz û jinên ciwan bi meşandina xebatên nivîskî çalakiyên greva birçîbûnê silav kirin.
Li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan zindanan de greva birçîbûnê ya ku 27’ê Mijdarê de destpêkirîbû di roja 61’î de berdewam dike.
Çalakiyên ji bo bidawîkirina tecrîdê û ji bo bihîstina dengê berxwedana greva birçîbûnê ya li girtîgehan hatî destpêkirin di roja 61. de didome.
Demên dawî de xwepêşandanên ciwan û jinên ciwan zêde bûn, nûçeyek ji Bağcılar, Stenbol hat. Ciwanên welatparêz ên li navçeya Bağcılar a Stenbolê xebatek nivîskî çêkirin.
Di nivîsa ku ciwan û jinên ciwan nivîsandî de dirûşmên “PKK şer Dike”, “Ji Ocalan re Azadî”, “Tecrîd Rawestîne. Dem Dema Azadiyê”, “Em Greva Birçîbûnê Silav Dikin” derketin pêş.
Di heman rojê de Meclîsa Ciwanên HDP’ê ya Esenlera Stenbolê jî bi heman armancê xebatên nivîsên dîwara kir. Di nivîsan de “Deng bide Grevan” , “Tecrîda Îmrali Bişkîne” , “Zindanan re bibe deng”, “Girtiyên Siyasî Rumeta me ne” derketin pêş.