NAVENDA NÛÇEYAN –
Bi wesîleya salvegera rizgarkirina Kobanê welat û derveyê welat gelek daxuyanî û pîrozbahî çêbun. Peyama ku 3 zimanan (Kurdî Erebî û Îngîlîzî) ve hate weşandin de YPG’ê wiha got:
“Ji çapemenî û raya giştî re!
Îro salvegera serkeftina berxwedana Kobanî ye. Li roja 26ê Çileyê 2015 an, gelê me yê berxwedêr û şervanên me yên leheng vê serkeftinê diyariya mirovahiyê kirin. Weke tê zanîn terora DAIŞê li sala 2014 an gihiştibû lutkeyê û di nav dewlet û gelên herêmê de tirsekî mezin avakiribû. DAIŞ bi gelek pêkanînên dermirovahî li gelek deveran qetlîaman çêdikir û ji ber tirsa ku li herêmê avakiribû, gelek bajar û bajarokan xistibû destên xwe. Hatibû astek wisa ku beriya ku DAIŞ biçe bajarek, artêş ji ber vê direviyan û bi awayek xwezayî vir teslîmê DAIŞê dikirin. Di serdemek wisa ku terora DAIŞê di lutkeyê de bû, li Îlona 2014 an êrişê Kobanî kirin. Lê ev yek bû despêka dawiya wan.”
Berdewama daxuyaniyê de YPG’ê diyar kir ku
“Em weke hêzên YPG û YPJ, weke şervanên mirovahiyê, bi boneya vê roja pîroz û dîrokî hemû şehîdên xwe yên qehreman bi bîr tînin û car din diyar dikin ku, em ê bi rihê berxwedana Kobanî li hember her cûre dagirkeriyê bi biryardariyek mezin têkoşîn bidin meşandin û gelê xwe, welatê xwe û nirxên mirovahiyê biparêzin.”
Dîsa girêdayî heman mijarê ve Berdevkê Qoalîsyona Navnetewî Jî wêneyê YPJ’îyan ve mesajek parvekir. Balkêş bû ku Wayne Marotto qet behsa YPG an jî YPJ nekir. Piştê peyama Marotto gelek kesan şîroveya twitê de bertek nîşan danê.