NAVENDA NÛÇEYAN – Greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên girtiyan di 27’ê Mijdarê de ji aliyê girtiyên siyasî ve hatibû destpêkirin, îro koma 13’emîn dewr girt û grev ket roja xwe ya 62’emîn.
Çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên li girtîgehan di 27’ê Mijdarê de li girtîgehên Tirkiyeyê û herêmê hatibû destpêkirin didome. Çalakiya ku bêdem û dorveger hatibû destpêkirin îro koma 13’emîn çalakî dewr girt û çalakî ket roja 62’emîn.
Girtiya nexweş Kadriye Cengîz ku heya niha du caran xwîn ji mîdeya wê hatiye, teşhîsa pençeşêra pêsîran û pişikê lê hatiye danîn û du caran qeyrana dil derbas kiriye nayê berdan. Keça wê Evîn Cengîz, destnîşan kir ku ne dêya wê ya nexweş, kujer tên berdan.
Girtiya nexweş Kadriye Cengîz, 6 sal in girtiye. Bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 9 sal û 4 meh ceza lê hatiye birîn. Heya niha du caran xwîn ji mîdeya wê hatiye û teşxîsa pençeçêra pêsîran û pişikê lê hatiye dayîn. Her wiha du caran jî qeyrana dil derbas kiriye. Cengîz, di Girtîgeha Êlihê ya Tîpa M’yê de ye û her diçe rewşa xedartir dibe.
Keça wê Evîn Cengîz, bibîr xist ku 5 mehên din dê cezayê dêya wê biqede û got: “Dêya min bi zorê di nava ciyan de dimîne. Jineke di vî halî de nayê berdan. Lê belê kujer tên berdan. Ên hatin berdan jî, gelek ji wan hîn jî mirovan dikujin.”