NAVENDA NÛÇEYAN – Tacîz, destavêtin û tundiya li ser jinan roj bi roj zêde dibe. Pergal hema hema her fersendê ji zilam re dide ku jinan bikûje û bi vê riyê despêkî jinên ciwan û giridayî vê civakî xilas bike. Berxwedana jinan a li dijî vê pergalê, ku şîdet, tacîz û destavêtinê belav dike, li her deverê zêde dibe.
Berxwedana jinan vê carê li kolanên Artvînê de hate ziman. Li navçeya Kemalpaşa ya Artvînê, jinên ku xwe wekî parastina jin didin nasîn çalakiyê nivîsê diwaran darxistin. Parastina Jin got “Jin li her derê ne!” “Ger ku serîhildan be serîhildan. Jin li vir in! “,” Dijminê jinan AKP biçe”,”Em ê ya ku we ji jinan dizî, bipirsin” û bal kişand ser berxwedana jinan.