NAVENDA NÛÇEYAN – Ji aliyê malbatê ve cenazeyê gerîlayê HPG’ê Huseyîn Acar (Dilşêr Herekol) ê 18’ê Cotmeha 2020’ê li qontarê Çiyayê Amanos a navçeya Dortyolê ya Hatayê şehîd bûbû, hate girtin. Malbata ku ji ber temamiya cenaze nebû, nekaribû teşxîs bike, ji bo testa DNA’yê mînaka xwînê dabû Saziya Tiba Edlî (ATK) a Edeneyê.
Piştî encamê testa DANA’yê ya 5 mehan û şûnde, malbat ji bo cenazeyê xwe bigire serî li ATK’ê da.
Piştî karûbarên li ATK’ê malbatê cenazeyê Acar girt.
Wê cenazeyê Acar li Goristana Yanlilmaz a navçeya Dihê ya Sêrtê bê definkirin.