NAVENDA NÛÇEYAN – Greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên girtiyan di 27’ê Mijdarê de ji aliyê girtiyên siyasî ve hatibû destpêkirin, îro koma 13’emîn dewr girt û grev ket roja xwe ya 64’emîn.
Çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên li girtîgehan di 27’ê Mijdarê de li girtîgehên Tirkiyeyê û herêmê hatibû destpêkirin didome. Çalakiya ku bêdem û dorveger hatibû destpêkirin îro koma 13’emîn çalakî dewr girt û çalakî ket roja 64’emîn.
Bavê Servet Aşîkan ê girtî Magrûf Aşîkar, diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê, di hemû qadên jiyanê de tê hîskirin û got: “Divê hemû kesên baweriya xwe bi mafê mirovan, demokrasî û hiqûqê tînin, xwedî daxwazên girtiyan derkevin.”
Aşikar, banga hestiyariyê li raya giştî kir û ev peyam da: “Divê hikumet daxwazên girtiyan bi cih bîne. Berî ku girtî jiyana xwe ji dest bidin, lazime ku rayedarên dewletê guh bide daxwazên wan û bi cih bîne. Fikarên me her tim hene. Bi hezaran girtî di girtîgehan de hene. Divê em xwedî li zarokên xwe yên girtî derkevin, da ku ev têkoşîn bi mîlyonan derbas bike. Wê demê dê çalakiya girtiyan jî bigihêje armanca xwe. Pêwîste ku her kes xwedî daxwazên girtiyan derkevin.”