NAVENDA NÛÇEYAN – Greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên girtiyan di 27’ê Mijdarê de ji aliyê girtiyên siyasî ve hatibû destpêkirin, îro koma 13’emîn dewr girt û grev ket roja xwe ya 64’emîn.
Çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên li girtîgehan di 27’ê Mijdarê de li girtîgehên Tirkiyeyê û herêmê hatibû destpêkirin didome. Çalakiya ku bêdem û dorveger hatibû destpêkirin îro koma 13’emîn çalakî dewr girt û çalakî ket roja 64’emîn.
Mehmet Çoreşoglû ku li Girtîgeha Bolû ya Tîpa F tevli greva birçîbûnê bûye, anî ziman ku heya ku tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan neyê rakirin dê çalakiya wan dewam bike.
Li girtîgehan çalakiya greva birçîbûnê li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan didome. Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger di 27’ê Mijdara 2020’an de hatiye destpêkirin û niha li 107 girtîgehan dewam dike
Çereşoglû di 22’yê Çileyê de bi telefonê bi dêya xwe Kiymet Çereşoglû re axifiye. Çereşoglû, bi rêya dêya xwe peyamek ji raya giştî re şandiye.
Çereşoglû, di peyama xwe de gotiye: “Heya ku tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan dewam bike, dê çalakiya wan a greva birçîbûnê jî dewam bike. Gava tecrîda li ser Ocalan bê rakirin dê binpkirinên mafan ên li girtîgehan jî bi dawî bibin. Gava tecrîd bi temamî bê rakirin dê grevên birçîbûnê jî bi dawî bibin.”