NAVENDA NÛÇEYAN – Yekîneyên Tolhildanê yên Şehîdên Licê got, ”Roj roja berxwedan û azadiyê ye” û li çar bajarên Kurdistanê û Tirkiyê çalakî kirin.
ÇALAKIYÊN LI IZMÎR Û STENBOLÊ
Hate ragihandin Yekîneyên Tolhildanê yên Şehîdên Licê 29’ê Çile li sîteya sinayî ya Torbalî Izmîrê depoyeke nîjatperestekî Tirk ê AKP’yî hatiye şewitandin.
Her wiha derheqê çalakiyên li Stenbolê jî hate gotin 27’ê Çile li Pendîkê ya Stenbolê qerdiyek hatiye cezakirin, 28’ê Çile jî li Kuçukcekmece ya Stenbolê li dijî klûbeya nobetê ya leşkerî bi teqemeniyên bi dest çê kirî û çekên şexsî çalakî hatiye kirin, du leşkerên dijmin birîndar bûne û ziyan hatiye ser klûbeyê.
Bi berdewamî hate ragihand li Çekmecekoyê ya Stenbolê 29’e Çile wesayiteke polîsan hatiye şewitandin.
WAN Û ÊLIH
Yekîneyên Tolhildanê yên Şehîdên Licê ragihandin ku yekîneyên wan li Rêya Armûşê û Artemêtanê ya Wanê 3 kesên ku xizmet ji dijmin re dikin hatine cezakirin û hişyarkirin.
Derheqê çalakiyên li Êlihê jî hate gotin 21’ê Çile li taxên Bayindir û Şafakê jî du kesên ku xwe bi navê welatparêzan didin naskirin lê bi pratîka xwe xizmetê ji dijmin re dikin hatine cezakirin.