ŞENGAL – Çalakiya xelkê Şengalê bi armanca destekdayîna Asayişa Êzidxanê daye destpêkirin, di roja xwe ya 61’an berdewam dike. Xelkê Şengalê diyarkir ku divê tevahî Êzidî li berxwedana Şengalê xwedî derkevin.
Welatiyên Şengalê di çerçoveya li dijî peymana Bexda û Hewlêrê ya li ser Şengalê de, bi armaca pişgirîdayîna Asayişa Êzidxanê, li pêşiya Navenda Asayişa Şengalê kon vedane.
Çalakiya ku bi dirûşma “Em hemû asayiş in” hatiye destpêkirin di roja xwe ya 61’yan de ji aliyê meclis û saziyên Şengalê ve dewam dike.
Xelkê Şengalê kom bi kom serdana konê berxwedanê dikin û pişgiriya xwe ya ji bo çalakiyê tînin ziman.
Rêveberê Çand û Hunera Şengalê Hesen Şengalî serdana konê çalakiya destekdayîna asayişa Êzidxanê kir û wiha got: “Divê tevahî Êzidî li konê rûmet û berxwedanê xwedî derkeve. Ji ber ku ev kon hebûna me diparêze. Dewleta Tirkiye ji ewlebûna Şengalê çi dixwaze. Ji xwe hemû fermanê hatine serê Êzidiyan bi destê Osmaniyan hatine. Em ê li hemberî hemû êrişekê hîn zêdetir berxwedan mizin bikin.”
Endama Meclîsa Şengalê Fehîme Silêman jî bal kêşa ser gefên Erdogan got: “Heta ku ciwanek bi rûmet û dayîkên me hebin, em ê li hemberî gef û êrişên Erdogan a li ser Şengalê serî netewînin. Em ê qebûl nekin yek hêz destdirêjî li ser îrada Êzidxanê bikin.”