NAVENDA NÛÇEYAN – Însiyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê bi daxuyaniyekê ragihand ku çalakiyên şewitandinê ji bo bîranîna ‘Şehîd Roj Çarçela’ pêk anîne.
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Heval Roj di meha Cotmeha 2019’an de li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Rojava, li eniya herî pêş li ber xwe da û di vê berxwedanê de mîna bi hezaran hevrêyên xwe navê xwe li dîrokê nivîsî, ji bo gel û xaka xwe gihaşt asta şehadetê.”
Li gorî daxuyaniyê, ev çalakî hatin lidarxistin.
“-Di 25’ê Çileyê de li Keşan a Edîrneyê firoşgeheke cilan û li Tekîrdagê jî 3 wesayîtên faşîstan hate şewitandin.
-Di heman demê de li Stenbolê li Opel Plazayê 8 wesayît bi teqemeniyeke dest hate şewitandin. Di heman rojê de jî li Bandirma ya Balikesîrê 2 keştî yên ku ji bo fûhûşê dihat bikaranîn hatin şewitandin.
-Di 27’ê Çileyê de li Sakaryayê depoyek tekstîlê û li Bûrsayê jî 3 wesayît hatin şewitandin.
-Di 28’ê Çileyê de li Îzmît a Kocaeliyê li otoparka MHP’iyeykî 8 wesayît û li Yalovayê jî febrîqeyeke kereste hate şewitandin.
-Di 29’ê Çileyê de dîsa li Sakaryayê febrîeqyeke ayîdî karmendekî AKP’yî hate şewitandin. Di heman demê de li Stenbolê li dijî polîsan bi teqemeniya dest çalakî hate pêkanîn, wesayîtek polîsan zerer dît û polîsek jî birîndar bû.”