NAVENDA NÛÇEYAN – Greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên girtiyan di 27’ê Mijdarê de ji aliyê girtiyên siyasî ve hatibû destpêkirin, îro koma 13’emîn dewr girt û grev ket roja xwe ya 67’emîn.
Çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên li girtîgehan di 27’ê Mijdarê de li girtîgehên Tirkiyeyê û herêmê hatibû destpêkirin didome. Çalakiya ku bêdem û dorveger hatibû destpêkirin îro koma 13’emîn çalakî dewr girt û çalakî ket roja 67’emîn.
Dayika girtî Îlyas Arat ê li dijî tecrîdê cara duyemîne dikeve greva birçîbûnê Azîze Arat, ji bo xwedî derketin girtiyan banga çav û guhên xwe negirin li raya giştî kir û got: “Heya dilopa xwîna xwe ya dawiyê emê li gel zarokên xwe bin. Gerek bike em ê li derve, ew ê di hûndir de li ber xwe bidin.”