NAVENDA NÛÇEYAN – Greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên girtiyan di 27’ê Mijdarê de ji aliyê girtiyên siyasî ve hatibû destpêkirin, îro koma 13’emîn dewr girt û grev ket roja xwe ya 68’emîn.
Çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên li girtîgehan di 27’ê Mijdarê de li girtîgehên Tirkiyeyê û herêmê hatibû destpêkirin didome. Çalakiya ku bêdem û dorveger hatibû destpêkirin îro koma 13’emîn çalakî dewr girt û çalakî ket roja 68’emîn.
Dayika girtî Veysî Aktaş ê li Girtîgeha Îmraliyê Faîke Aktaş, diyar kir ku 6 sal in kurê xwe nabîne û ev tişt got: “Ma tiştek ji aştiyê xweştir heye? Daxwaza min ew e ku tecrîd li ser serokê me rabe û berî mirina xwe kurê xwe bibînim.”