NAVENDA NÛÇEYAN – Demên dawî de zextên li ser ciwanên HDP’ê gelekî zêde bûn.
Herî dawî 26’ê Çileya 2021’an de li ser talîmata dozgeha Enqerê qaşo operasyonekî ve gelek endamên Meclîsa Ciwanên HDP’ê hatin destgîrkirin.
Li ser vê gelek bajarên Tirkiye û Kurdistanê de Ciwanên HDP’ê bertek nîşanê van polîtîkayan dan.
Berteka herî dawi ji aliyên Jinên Ciwan ên HDP’ê va li ser malpera sanal hate dayîn.
Ciwana got ku “Ew tevahî hêzên xwe ve êrişên me dikin, bila bizanîbin ku ciwan tu kesekî re bîad nakin”.
Dîsa ciweneke din jî got ku “Em tenê kesek jî bimînin emê li dijî deshilatdariya we li ber xwe bidin”
Herî dawî ciwana got “ Deshilatdariya AKP’ê li dijî ciwanên şoreşger, demokrat û muhalîf êrişên xwe dide berdewamkirin. Herî dawî rê hevalên me hatin dîlgirtin. Bila AKP bizanîbe ku ciwan tu carî çok danaynin, çok didin danîn.”