NAVENDA NÛÇEYAN – Daxuyanî wiha ye:
“Di 18-19’ê Cotmeha 2020’î de artêşa Tirk a dagirker li çiyayê Amanosê yê li bejahiya navçeya Dortyolê ya Hatayê dest bi operasyonekê kir. Di encama şerê ji ber vê operasyonê de, fermandarê hêzên destpêkê yên berxwedana dîrokî ya li Şengalê, yên ku pêşî li fermana li ser civaka me ya Êzidî ya li Şengalê girt, berpirsyarê hêzên ku Şengal rizgar kirin fermandarê me yê hêja hevrê Dilşêr Herekol (Huseyîn Acar) şehîd bû. Di serî de malbata welatparêz a hêja ya hevrêyê me Dilşêr, em sersaxiyê ji xelkê Êzidî, yê Şengalê û xelkê Botanê yê berxwedêr re dixwazin. Soza ji bo pêkanîna armancên wan û serxistina doza me ya azadiyê ku me dane artêşa xwe ya şehîdan, di şexsê fermandarê nemir Derwêşê Hemdem hevrê Dilşêr Herekol de em careke din dubare dikin.
BÛ FERMANDAREKî ŞAREZA YÊ GERÎLA
Hevrêyê me Dilşêr li gundê Torikê yê navçeya Dihê ya Sêrtê ji dayik bû ku li vê herêmê fîşeka destpêkê li dijminê mêtinger hate xistin û têkoşîna me ya çekdarî lê dest pê kir. Li quntarê çiyayê Çiravê, di nava têkoşîna gerîla de, li nava malbateke welatparêz bi çÎrokên lehengiyê yên fermandarê me yê mezin Egîd (Mahsûm Korkmaz) mezin bû, bi çanda welatparêziya xurt a xelkê Botanê kamil bû. Dewleta Tirk a mêtinger qirker ku nekarî pêşî li têkoşîna gerîla ya li çiyayên Botanê bigire, nekarî xelkê Botanê yê welatparêz ji rêya wan vegerîne, cerdevanî li gundê Torikê ferz kir û bi zext û zilmeke giran di sala 1994’an de vala kir. Malbata hêja ya hevrêyê me Dilşêr ku ti carî ji xeta welatparêziyê venegeriya û serî li ber dijmin netewand, ji ber vê yekê neçar ma ku koçî metropolên Tirkiyeyê bike. Hevrêyê me Dilşêr ku di nava şerê giran ê Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de mezin bû, bi gerîla re mezin bû û siyaseta qirkirinê û zilma dijminê mêtinger a li dijî gelê Kurd bi xwe dît, di sala 1997’an de hîn di temenê ciwantiya xwe de tevlî nava refên gerîla bû.
Hevrêyê Dilşêr li Amanosan tevlî nava refên gerîla bû, li wir dest bi têkoşîna şoreşê kir, weke Kurdekî çiyayî zû bi çiyê re bû yek û bû gerîlayekî şareza. Sala 1999’an di pêvajoya vekişînê de dema ku dixwest xwe bigihîne Herêmên Parastinê yên Medyayê, ji aliyê dewleta Sûriyeyê ve dîl hate girtin, nêzî 3 salan girtî ma. Sala 2002’an piştî ku ji zindana dewleta Sûriyeyê derket ji nû ve xwe gihand çiyayên Kurdistanê. Li Herêmên Parastinê yên Medyayê salekê ma û di sala 2003’an de derbasî Gabarê bû. Li ser bingeha Pêngava 1’ê Hezîrana 2004’an a tevgera me, li Gabarê bi roleke girîng rabû û di sala 2005’an de derbasî Zapê bû. Piştî ku demekê li Herêmên Parastinê yên Medyayê ma di sala 2007’an de ji nû ve derbasî herêma Botanê bû. Li Botanê ku bi pratîka xwe ya dijber, bi şert û mercên giran tê naskirin, li gelek herêmên wê û li Bestayê bi daxwazeke mezin têkoşiya. Pêşengî ji gelek çalakiyên li Botanê re kir, derb li operasyonên dijmin xist, bi hostatî ji kemînan rizgar bû, du caran bi giranî birîndar bû, lê ti carî dest jê neqeriya û her tim tirs berda dilê dijmin. Li Botanê li ser şopa fermandar Egîd bû fermandarekî şareza yê gerîla. Bi tecrûbeyên xwe yên mezin ên ji fermandariya gerîla û pratîka şerê gel ê şoreşgerî, bi perwerdeyên îdeolojîk ên partiya me re xwe gihand asteke bilindtir û ji bo vê yekê bi hevrêyên xwe re parve bike sala 2012’an derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Di salên 2013-2014’an de ku tevlîbûna li nava refên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê gelekî zêde bû, ji bo şervanên nû perwerde bike û ji pratîka gerîla re amade bike gelekî ked da, karê koordînasyon û fermandariyê kir.
WEKE DERWÊŞÊ HEMDEM Û EFSANEYEK MEZIN
Faşîzma DAÎŞ’ê ku ji aliyê dewleta Tirk ve bi ser gelê Kurd ve hate ajotin, di sala 2014’an de komkujiyên hovane yên li derveyî mirovahiyê li Kurdistanê kir. Partiya me PKK’ê, metirsiya qirkirinê ya li ser gelên Kurdistanê, bi taybetî jî ya li ser civaka me ya Êzidî ya li Şengalê zû dît û biryara destwerdana li rewşê da. Lewma komeke gerîla ya ji 12 hevrêyên me şand Şengalê. Derwêşên Hemdem ên gelê Kurd mîna 12 Siwariyan ji çiyayên Kurdistanê xwe berdan deşta Mûsilê, her cûre astengî ji pêşiya xwe rakirin û xwe gihandin gelê me yê li Şengalê. Ev meşa dîrokî ji bo gelê me û tevgera me bû serbilindî, pêşî li qirkirineke mezin girt û rûmeta gelê me rizgar kir. Yê ku ev meşa dîrokî da destpêkirin, yê ku fermandarî ji 12 Derwêşên Hemdem re kir hevrêyê me Dilşêr Herekol bû. Xelkê me yê li Şengalê hişyar û zane kir, bi rêxistin kir û bi fedakariyeke mezin li dijî fermana gengaz amade kir. Di encama van hewldan û amadekariyên hevrêyê me Dilşêr û 11 hevrêyên pê re, di 3’ê Tebaxa 2014’an de dema ku çeteyên DAÎŞ’ê êriş birin ser Şengalê, pêşî li fermanê hate girtin ji bo nebe qirkirin, civaka me ya Êzidî gihaşt çiyayê Şengalê û hatin parastin.
Hevrêyê me Dilşêr li çiyayên Şengalê ji ewladên bijarte û bi rûmet ê gelê me yê Êzidî bi sedan Derwêş û Edûlê yên Hemdem bi rêxistin kir û hîmê destpêkê yê Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ). YBŞ a ku di nava berxwedanê de ava bû veguherî yekane hêza xweparastinê ya gelê me yê Êzidî ku bi rengekî çalak têdikoşe. Gelê me yê Êzidî ku bi rêya YBŞ’ê bû xwedî hêza xwe ya xweparastinê, bi pêşengiya hevrê Dilşêr sekneke dîrokî nîşan da. Bi têkoşîna dîrokî ya gerîlayên HPG û YJA Starê û bi piştgiriya şervanên YPG’ê, pêngava azadkirina Şengalê hate destpêkirin, faşîzma DAÎŞ’ê li Şengalê hate têkbirin û Şengal hate azadkirin. Hevrêyê me Dilşêr bi keda xwe ya mezin, bi fedakarî, wêrekî, biryardarî, şervanî û fermandariya xwe ya şareza li Şengalê pratîkeke serketî nîşan da, ji 7 heta 70 salî cihê xwe di dilê gelê me yê Êzidî de girt. Gelek ciwanên Êzidî ketin bin bandora fermandar hevrê Dilşêr û biryar dan ku tevlî têkoşînê bibin. Navê Dilşêr li gelek zarokên li Şengalê ji dayik bûn hate kirin. Hîn sax bû, weke Derwêşê Hemdem veguherî efsaneyeke mezin.
FERMANDARÎ Û MILÎTARIYA APOYÎ YA 23 SALAN
Ewladê leheng ê bi rûmet ê gelê Kurd, fermandarê gerîla yê bi tecrûbe û milîtanê Apoyî piştî ku wezîfeya xwe ya li Şengalê bi rengekî serketî pêk anî, xweparastina Şengalê radestî ewladên bi rûmet ên gelê Êzidî YBŞ’ê kir û ji Şengalê derket, di sala 2016’an de vegeriya Herêmên Parastinê yên Medyayê. Hevrêyê me Dilşêr zanîbû ku yê faşîzma DAÎŞ’ê bi rêxistin dike, piştgiriya wê dike û aqil dide wan, dewleta Tirk a mêtinger qirker e, timî bal dikişand ser vê yekê û ji bo faşîzma dewleta Tirk a li ser gelên Rojhilata Navîn û rejîma wê ya qirkirinê ji jêderka wê tune bike, pêşniyar kir ku derbasî çiyayên Amanosan bibe. Li ser vê bingehê derbasî Amanosan bû, li nava Fermandariya Herêma Amanosê dest bi wezîfeyeke girîng kir.
Fermandarê hêja hevrê Dilşêr fermandarekî leheng ê Apoyî bû, ku bi hesta welatparêziyê, hişmendiya şoreşgerî û pêşdîtina xurt, her wiha bi koordînekirina taktîkên êrişê û parastinê, mohra xwe danî binê serketinên mezin. Performansa ku wî di nava têkoşînê de nîşan da, dilsoziya wî ya bi gel û hevrêyên xwe re, durustî û jidilbûna wî, wêrekî û fedakariya wî, her wiha sekna wî ya fedayî ji bo me hemûyan mînakeke rasteqîn e. Ji Amanosan heta zindanên mêtingeran, ji Herêmên Parastinê yên Medyayê heta Botanê, ji Botanê heta Şengalê û Amanosan, bi 23 salên xwe yên bênavber ên têkoşînê mînakekî milîtanî û fermandariyê yê Apoyî bû. Ji ber ku em xwedî Derwêşên Hemdem in ên mîna Dilşêr ku ji bo gelê xwe di her kêliyê de amade ne li her cihî têbikoşin, tirsê berdidin dilê dijmin û ji bo gelê xwe dibin hêvî, bi hevrêtiya xwe ya bêhempa û mînaka fermandariyê sekneke bêhempa dixin meriyetê, em hevrêyên wî gelekî pê serbilind in.
Di serî de xelkê Botanê û gelê me yê Êzidî, tevahiya gelê Kurd çiqasî bi Dilşêr serbilind bin, hêja ye. Heta ku Derwêş, Egîd û Dilşêr hebin têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd wê timî dewam bike û agirê azadiyê wê li çiyayên Kurdistanê her tim geş bibe. Ji ber ku Rêber Apo mizgînî da me ku mirin êdî ji ku tê bila bê ne xem e, Kurdîtî û jiyana azad êdî rastiyeke ebedî ye. Em jî soz didin ku em ê hewl bidin bibin hevrêyên hevrêyên Apoyî yên rasteqîn ku bûne hêviya gel, em ê li ser şopa şehîdên leheng bimeşin, gerîlatiya serketinê ya Apoyî teqez bi ser bixînin û doza xwe ya azadiyê bi serketinê tacîdar bikin.”
Nasnav: Dilşêr Herekol
Nav paşnav: Huseyîn Acar
Cihê jidayikbûnê: Dihê
Dayik-Bav: Emîne-Abdullah
Dem û cihê şehadetê: 19’ê Cotmeha 2020 / Amanos