NAVENDA NÛÇEYAN – Milîsên KBDH’ê bi daxuyaniyekê ragihandin ku 31’ê Çileya 2021’ê di saet 22.00 de li Dîlokê TIR’a aîdî karxanye CINER’ê şewitandine. Di heman demê de ji bo vê madenê gotin ku raste rast ji aliyê Erdogan ve hatiye avakirin û bi her awayî zerer û ziyanek mezin dide derdor û mirovan.
Her wiha dan diyarkirin ku Holdinga Ciner gundiyên ku li dijî madenê ji bo parastina ax û jiyana xwe îmzeyan kom dikir, ji aliyê vê avahiya faşîst ve weke ‘terorîst’ hatin îlankirin û ji aliyê çeteyên wan ve hatin tehdîtkirin. Ji ber vê yekê milîsên KBDH’ê gotin ku wê karxaneyên ku ji aliyê desthilatdariya AKP-MHP’ê ve hatin avakirin bibin hedefên wan.
‘EM Ê TECRÎDÊ PARÇE BIKIN’
Milîsan di 22’emîn salvegera komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibata 1999’an de berxwedana greva birçîbûnê ya li zindanan a ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan hatî destpêkirin û nêzî du mehe didome silav kirin. Li ser vê bingehê gotin ku ew ê di bin pêngava ‘Em ê faşîzmê têk bibin, azadiyê bi dest bixin’ de li hindir û derve tecrîdê parçe bikin.
Milîsan çalakiyên xwe li ser bîranîna Ayten Beçet a ku di 23’ê Adara 2019’an li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê li dijî tecrîdê bedena xwe dabû ber agir, pêk anîn.