NAVENDA NÛÇEYAN – Girêdayî DGH (Tevgera Ciwanên Şoreşger), Yekîneya Tolhıldanê ya Ş. Kemal Berxwedan derheqê çalakiya xwe ya bi teqemeniya destan de daxuyaniyeke nivîskî da.
Di daxuyaniyên xwe de yekîneya tolhildanê, ku bal kişand tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê û yekîneyê destnîşan kir ku ew ê dijmin li ti derê bi rihet nehêlin.
DGH’ê Derbarê çalakiya Yekîneya Tolhildanê ya Ş. Kemal Berxwedan de ev agahî parve kir:
1’ê Sibatê de li Xaçorta Wanê de li dijî Baregeha Hacıbekir’ê Yekîneya me çalakiyeke sabotajê pêk anî.
Yekîneya Tolhildanê ya Ş.Kemal Berxwedan daxuyaniya xwe de wiha got: “Em careke din diyar dikin ku tevî Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê me pêk hat û tecrîda ku ew didin meşandin jî, em ê qesrên dijmin bi rihet nehêlin. Heta azadiya fîzîkî ya Rêberê me pêk neyê em ê nesekinin.”
Herî dawî Yekîneyê diyar kir ku wan ev çalakiya xwe ji bo slavkirina berxwedana li dijî tecrîdê kir.