NAVENDA NÛÇEYAN –
Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, sîstema Îmraliyê weke parçeyekî Komploya Navneteweyî dibîne. Wê derê ne tenê weke girtîgehekê dibîne; mîna cihekî ku modernîteya kapîtalîst di şexsê wî de êrîşên mezin li dijî gelê Kurdistanê û gelên herêmê lê dîzayn dike, dinirxîne. Ocalan di nivîs û hevdîtinên xwe de vê sîstemê analîz dike û qala têkoşîna xwe dike. Ocalan di parêznameya xwe de ya bi navê “Parêznameyên DMME’yê – Ji Dewleta Rahîb a Sumeran ber bi Komara Gel ve” ku sala 2001’ê hate weşandin, pêvajoya komployê û rastiya Îmraliyê ji her alî ve raxist pêş çavan. Em beşa sêyemîn bi we re parve dikin:
DERFETÊN FÊHMKIRINA RASTIYA KURDAN
Doza min ku cewhera pirsgirêka Kurd e, ji vejîna rastiyeke civakî ya di nava reseniya xwe de ji gelek aliyan ve parçe bûye heta pêşketina wê, pêwendiya xwe bi pêşveçûn, têkilî û nakokiyên xwe yên di çarçoveya şaristaniyê de heye. Analîzên rewşa civakî û çînî ya bi pîvanên hemdem tên kirin, dest nadin ku rastiya Kurdan rast bê fêhmkirin. Nirxandin bi vî rengî werin kirin jî, wê ne dîtbar bin û rê li ber gelek encamên şaş ên polîtîk vekin. Ji ber ku pirsgirêk ji nava sînorên Rojhilata Navîn derketiye û ketiye rojeva hêzên hemdem bi taybetî Ewropayê, ferz e ku di çarçoveya dîroka şaristaniyê de were nirxandin. Heta ku pirsgirêk li ser bingeha rastiya esasî neyê nirxandin, wê encamên rast ên hiqûqî jî neyên afirandin.
GELO WÊ ŞARISTANÎ MAFÊ DAYIKA XWE RADESTÎ WÊ BIKE?
Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) saziyên herî dawî yên hiqûqa demokratîk in ku ji aliyê şaristaniya Ewropayê ve hatin avakirin. Ne cihê nîqaşê ye ku nûnertiya serwer û şareza ya şaristaniya serdema heyî bi pîvanên nirxên Ewropayê diyar dibe. Rewşeke îronîk e ku Kurdên niha li ber deriyên Ewropayê li çareseriya pirsgirêkên xwe digerin, çavkaniya vejînê ya vê şaristaniyê ne. Dayika ku gelekî pîr bûye, ji ewladên xwe yên ku bi hezaran salan di dergûşa xwe de mezin kiriye û li wan welê hatiye ku nema wê nas dikin, daxwaza edaletê dike. Gelo ev şaristanî wê mafê dayika xwe radestî wê bike? Pirsgirêk li vê rastiyê asê maye. Hêza civakîbûnê û hêza takekesiyê li ber hev rabûne. Rojhilat û Rojava, Asya û Ewropa, Anatolî û Grek mîna şanoyekê bûne piştperdeya şanoya Îmraliyê.
ŞANOYA DADGERIYÊ YA LI ÎMRALIYÊ
Mirovekî ji rêzê yê karibe bi baldarî li rewşê binere, wê bibîne ku ev şanoya dadweriyê ji aliyê kê ve hatiye nivîsandin, rolên sereke bi çi rengî hatine dabeşkirin, aktor û fîguran kî ne û peyamên bi çi rengî ji temaşevanan re tên dayin. Eger DMME doza min bi çarçoveyeke teng û şexsî binirxîne, wê gelek rastî neyên dîtin. Ji bo rewşeke wiha rû nede, saziyên hiqûqa demokratîk ên encama pêşketina dîrokî ya bi xwîn, êşkence û giran e, biryareke adîl nedin jî, bi hêviya ku wê rê bide nirxandineke azad, ez ê dîroka qirêj, bi xwîn û bê şens a li pişt vê dozê ronî bikim. Vê yekê ji bo xwe weke wezîfeyeke bingehîn dibînim.
Nirxandinên ku dixwazim bi şêweya beşên sereke bikim, ji aliyekî ve wê ji bo parastinê be, ji aliyê din ve jî dixwazim bêjim; ji ber ku derfet gelekî kêm in û bi salan li hucreya yek kesî hatim hiştin, dibe ku kêm bimînin. Dozên dîrokî, bi van sedeman nirxandinên dîrokî ferz dike. Ji bo ev doza ku êş û windahiyên wê mezin e ji her kesî re bibe dersên pêwîst û qezenckirinê, divê berpirsyar jî wezîfeya xwe ya daxuyaniyê bi serketî bi cih bînin. Ya ku hêjayî dozên dîrokî ye û pêwîst e, ev e. Ev wezîfe çiqasî bi rengekî watedar bi cih were anîn, doz bi xwe jî wê hêjayî rastiya xwe ya dîrokî be.
MIN LI ÎMRALIYÊ XISTIN NAVA DARBESTEKÊ
Bi destpêkirina darizandina li DMME’yê re, ji bo min xwedî wateyeke cuda ye ku analîzên weha bikim. Rastiyeke ku dema li Rojhilata Navîn li maf digeriyam, bi nêta lihevkirina emperyalîzma zext dikir re min berê xwe da Ewropayê. Li şûna ku berê xwe bidim çiyê ku vê yekê wê rê li ber mirina hîn bêhtir mirovan vekira, min hewl da di nava pîvanên wan ên demokratîk de li derfeteke maqûl a çareseriyê bigerim. Halbûkî çiya timî xewn û xeyala min a rastî bûn. Ji bo derkevim serê çiyê min çil salan sebir kir. Lê belê derketina serê çiyê ku wê ji bo hevalên min û gelê min bibûya sedema rûdana êşên girantir, nedibû ku bibûya tercîha min a şexsî. Feraset û exlaqa min a berpirsyariyê rê nedida vê yekê. Rast e, min texmîn nedikir ku rêwîtiya min a ber bi Ewropayê ve wê rê li ber encameke trajîk veke. Rast e, min hesab nedikir ku xiyanet û berjewendîparêzî wê li pêşberî vê rewşê rabe ser piyan û aqlêselîm ji dest biçe. Pîvandin, wezinandin û bi namerdî û xayinî ez avêtin welatê barbaran ê li Efrîkayê. Qaşo xapandin û bi hostatî ez li Îmraliyê li darbestekê bi cih kirin. Bi vê yekê re berjewendiyên xwe yên metirsîdar ewle kirin. Eger li Ewropayê hiqûq hebe, ev yek li wê hiqûqê nayê. Ji bo min girîng e ku ez helwesta dadgehê weke pîvaneke şaristaniyê bibînim. Lê belê ji vê jî wêdetir ya ku girîng dibînim ew e bû ku, weke kesekî teslîmî Ewropayê bibe çûbe, dikare cih bibîne. Ji ber ku ev yek ji bo min pêk nayê, eger min karîbûya antîtez bidîta dikarîbûm bi Ewropayê re têkiliyê deynim. Ev yek jî bi afirandina antîtez a Rojhilata Navîn a li pêşberî şaristaniya Ewropayê dibû. Min hewl da vê yekê analîz bikim û derxînim holê. Bawerim ku kêm jî be di vê de bi ser ketim. Pê bawer im, ku min bersiveke giştî da nêrîn û rexneyên gelek dost û hevalan. Ev pêwîst bû. Gelek kêmasiyên xwe hebin jî, ez pê bawerim ku min berpirsyariya xwe bi cih anî.
Nêrîn û pêşniyarên min di asta parastinê de ne û li nava sîstema qawîşa şexsekî de bi bandora komployeke giran hatine amadekirin. Di beşekê de jî hewl didim bi giranî mijarên; pirsgirêkên rêbazê yên dîroka Kurdan, têkiliyên Kurd-Tirkan, çareseriya demokratîk, pêkhatina komployê, wateya wê, hiqûqa Ewropayê û nirxên DMME’yê binirxînim. Rexneyên bên kirin wê hêzê bidin min. Girîng e ku mijarên ez dinirxînim ji rastiya xwe û nêzîkatiya zanistî neyên dûrxistin. Bi baldarî li ser aliyên wan ên hînkar sekinîm. Min hewl da rêbazekê biafirînim. Pêwîstî hîn bêhtir bi mejiyên dizanin bifikirin heye. Xusûsên ku girîng dibînim min bêhtir cih da wan û bawerim ku wê rê li ber encameke erênî veke.
ŞOREŞA ZÎHNIYETA Û WIJDANÊ
Dibe ku hin nirxandinên min ên li ser ol û xweda hinekî ji rastiya xwe dûr bên nirxandin. Lê belê divê ji niha ve destnîşan bikim ku herî zêde di vê mijarê de xurt im û bi biryar im ku şoreşa îdeolojîk kûrtir bikim. Ez şoreşa zîhniyetê gelekî girîng dibînim. Divê diyar bikim ku pê bawer im wê piştre wijdanê azad û dikare pê bihese, wê biafire. Heta ku şoreşa zîhniyetê û wijdanê neyê kirin, şoreşgerî li aliyekî, mirov nikare bibe mirovekî xwedî exlaq. Dilê min rehet e ku ji gelê xwe re, ji her kesî re bûme bersiv.
XWESTIN ZERARÊ BIDIN HELWESTA MIN
Ji bo min helwesta herî rast ew bû ku parêznameya xwe bi şêweyê ‘lihevkirina demokratîk û peyama aştiyê’ pêşkêş bikim. Ji bo parastineke berfireh ne wext hebû, ne materyal ne jî ji aliyê amadekariyê ve rewşeke guncaw a psîkolojîk hebû.
Li ser pêvajoya Îmraliyê min gelek daxuyanî da. Zêde wateya xwe nîne ku xusûsên di vê mijarê de dubare bikim. Ji xwe ev parêznameya min bingeha moral, siyasî û îdeolojîk a diyalogên min ên bi parêzeran re ye û di asta temamkirinê de ye. Hin hêz û derdoran, hem li hundir hem jî li derve xwestin zerarê bidin helwesta min. Rewşa herî bi fikar ev bû. Min xwest van xusûsên ku ji tenduristî û mirina min jî girîngtir in, timî zelal bikim. Her tim propagandayek dihate kirin û dihate îdîakirin ku ‘min bi dewleta kûr û Fermandariya Giştî re li hev kiriye ya jî teslîm bûme’. Armanceke vê propagandayê hebû; alîgirên navxweyî û yên derve dixwestin bi vê yekê re rûyê xwe yê rast veşêrin. Eger lihevkirinek hebûya, eşkerekina vê rewşê wê ji bo min helwesteke bi rûmet bûya.
Min her tim destnîşan kir ku rewşeke bi vî rengî nîne. Li ser mijara agirbestê jî, ji sala 1993’an û vir ve giraniyê didim ser wê. Herî dawî dema li Şamê bûm, 1’ê Îlona 1998’an bi rengekî yek alî min agirbest ragihand. Bi vê agirbestê ve girêdayî, 1’ê Îlona 1999’an min gaveke duyemîn avêt û diyar kir ku di nava merc û demeke maqûl de vekişin derveyî sînor û agirbestê bêhtir biryardar bikim. Di rewşa heyî de, ji ber şert û mercên mecbûrî hêzeke bi sînor li hundir maye û beşa mezin jî derketiye derveyî sînor, li ser bingeha parastina rewa ketine pozîsyona bendewariya ‘lihevkirina demokratîk û diyaloga ji bo aştiyê’.
MAFÊ KURDAN Ê GELBÛYÎ Û WELATIYÊN AZAD
Siyaset, hikumet û parlament ji lênegerîna çareseriyê berpirsyar in û rewşa heyî ji her alî ve bi rîsk e. Nabe ku ji nedîtî ve bên; eger ev rewş li ser bingeheke erênî bi dawî nebe, wê rê li ber tundiyeke mezin û demdirêj vebe. Lihevkirin di nava pênaseya ‘komara demokratîk û laîk’ de tê bê dîtin. Baş tê zanîn, di hemû dewlet û sîstemên siyasî yên Tirkan de yên li Anatoliyê para Kurdan heye û ev yek herî dawî di avabûna Komara Tirkiyeyê û beriya wê jî di ‘Şerê Rizgariya Neteweyî’ de îspat bûye. Eger dest ji vê polîtîkayê bê berdan ku ji ber raperînan hatiye înkarkirin û heta niha dewam kiriye, wê derfetên çareseriyê derkevin holê. Nêzîkatiyeke stratejîk e ku Kurd weke welatiyên azad, gel û bi pîvanên hiqûqa gerdûnî bi komarê re bibin yek.
HÊZ, ŞEHÎD Û GELÊ PKK’Ê LI PÊŞ ÇAVAN E
Ev helwesta ku bandor li bername, stratejîk û taktîkên serdema nû ya PKK’ê kiriye, ji ber ku bi beşên pêwendîdar ên parêznameya min de bi berfirehî hatiye nirxandin, ez ê dubare nekim. Ya ku divê polîtîka û helwesta xwe diyar bike, asta bilind a dewletê ye. Ev rastî ne tenê ji bo Kurdên li Tirkiyeê, ji bo Kurdên li hemû parçeyan weke nêzîkatiyeke stratejîk tê dîtin.
Tevî ku rastî ewqasî zelal e, beşeke girîng a helwestên xwe yên li dijî PKK’ê, bi îftiraya ‘Apo meseleya Kurd li Îmraliyê vedişêre’ ye ku vê yekê jî bo rûyê xwe yê gemarî û xayin veşêrin dikin. Gelekî girîng e ku ev yek baş bê şopandin û hesab bê pirsîn. Bi ferzkirina xiyaneta bê eman a deh salên dawî re, hem hin nokerên li Başûrê Kurdistanê, hem jî hin hêzên xwe li Ewropayê girtine, ji her alî ve bi Ewropayê hatine girêdan, nirxên moralê nas nakin û jiyaan xwe bi antî-Apogeriyê ve girê dane, wê bi van îftira û kampanya reşkirinê nikaribin xwe rizgar bikin. PKK bi şer û helwesta xwe ya aştiyane li holê ye. Hêza xwe, şehîd û gelê xwe li holê ye. Ev li ku ne? Şer dixwazin. Baş e kê bi destê wan girtine ku şer nekin? Bi sorkirina PKK’ê re xizmetê ji kê re, ji kîjan hêzê re dikin? Eger durust bin, meydan ji wan re vekiriye. Karibin bila meseleya Kurd li çiyê, li deştê, li bajaran, li gundan, li hundir û derve temsîl bikin. Bila heta dawiyê li ber xwe bidin û nîşan bidin ku ne sextekar in, ne îtirafkar in.
QET NEBE BILA PDK Û YNK JI NIHA Û PÊ VE DURUST BIN
Hêzên hevkar ên Başûrî bi dehan sal in li ser pişta PKK’ê bi xeyalê otonomiyê dijîn. Hem YNK, hem jî PDK’ê bi hêzên dûvikê xwe ve li dijî PKK’ê helwesteke giran nîşan dan. Du rê li ber wan e: Ya wê rexnedayineke ji dil bidin û xwe bidin ber aştî û lihevkirina demokratîk. Ya jî wê dest ji otonomiya ku heq nakin û bêyî PKK’ê nikare pêk were, berdin. Siyaset û dîplomasiya ku ev hêz çil sal in dikin, ji zexta çar hezar salî ya biyaniyan bêhtir zerar daye gelê Kurd. Qet nebe bila ji niha û pê ve durust bin û xwe bidin ber aştî û demokrasiyê. Naxwe bila bibînin ku dinya jî bê wê nikaribin xwe ji nava rewşa tê de ne rizgar bikin. Bila ji bîr nekin; biryardariya şehîdan, hevrêyan, gel û biryardariya min ev e.
KOMPLO DÛRÎ SERKETINÊ YE
Pêvajoya min a li Îmraliyê wê li gorî ruhê vê parêznameya min bidome. Helwesta min wiha ye; mîna ku wê sibe lihevkirina demokratîk û aştî pêk were amade me, weke ku sibe wê şerê tinekirinê ji min destpê bike heta dawiyê li ber rabim û her tim bi bawerî, biryardarî û amadekarî bersivê bidim vê. Jiyaneke li derveyî vê yekê ne nas dikim ne jî fêhm dikim. Tevî kêmasiyên mezin jî yên ku dilsozê min in, divê ji her alî ve fêhm bikin bê ev rastî tê çi wateyê. Ev yek ji bo wan meseleyeke jiyanî ye. Gelekî girîng e ku mirov bi pîvanên dilsoziyê zanibin û jiyana xwe li gorî her rewşeke gengaz bi rêxistin û amade bikin. Komploya 9’ê Cotmehê-15’ê Sibatê ku parçeyek ji hewldanên kolonîkirinê ye yê ji Sumeran û vir ve li dijî gelê me tê kirin û xwe dispêre kes û hêzên hevkar ên xwe weke dost nîşan didin, dûrî serketina plankirî ye. Vê komployê, xayin û nokerên sedsala 20’an di bin sîwana îradeya herî bilind a emperyalîst de li hev civan. Wezîfeyeke gelên me û hêzên berpirsyar hemûyan e ku vê komployê veguherînin aştiyeke dîrokî ya Anatolî û Mezopotamyayê. Xwedîderketina li vê wezîfeyê, hem helwesta rast e ji bo yekparebûna xurt a welêt, hem jî helwesta herî rast a ji bo yekîtiya resen a komara demokratîk û laîk e. Ev yek di heman demê de rêya aştiya bi rûmet, biratî, azadî û wekheviyê ye ku hesreta dîrokî ye.
Wê bidome…