NAVENDA NÛÇEYAN – Jinên ciwan ên Helebê semînerek lidar xist.
Semîner di xebatê siyasî de li ser rola jine bû. Bi tevlîbûna bi Endamên jinên ciwan li navenda Yekîtiya Jinên Ciwan ya taxa Şêx Meqsûd ya Helebê de hate lidar xistin.
Semînerê ji bo bîranîna Şehîdên Şoreşê bi deqeyek rêzgirtin ve destpê kir, piştre semîner ji aliyê endama komîta perwerde ya kongra star ve hate dayîn.
Destpêkê li ser rola jinê di civakê, di xebatê Siyasî û armancê wê de axivî. Pişt re deriyê nîqaşan hate vekirin.